Soran Xatirî li Studyoya Dengê Amerîka pêzanîn herî nû derbarê êrîş, girjî û daxuyaniyên berpirsên Amerîkayê derbarê Îranê de radigihîne.
Select a language and narrator voice before playback.
Soran Xatirî li Studyoya Dengê Amerîka pêzanîn herî nû derbarê êrîş, girjî û daxuyaniyên berpirsên Amerîkayê derbarê Îranê de radigihîne.
Pêvajoya aştiyê ya Tirkîyê di rojevê de ye, lê her du alî li ser gavên pêş ne hevfikir in. Erdoğan daxwaza bêçekirin û hilweşandina PKK dike; KCK jî dibêje hikûmetê bersiva gavên wan nedaye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Çarşemê di peyameke xwe de got ku kengî dê gelê Îranê serî hilde? Gotina Donald Trump pirsek anî pêş ka gelo rejîma Îran dê rastî pêleke din a nerazîbûn û serhildana navxweyî were? Mamostayê zanîngehê Dr. Xalid Xeyatî nêrînên xwe parve dike.
Ji doh were Îranê û alîgirên wê li herêmê êrîşên mûşek û dronan li ser Herêma Kurdsitanê encam didin. Sînor Kerîm ji herêmê pêzanînên nû radigihîne.
Endamên Meclisa Nûneran li ser gefên ewlehiyê yên Hûsiyan û êrîşên wan ên li dijî keştîyên bazirganî li Deryaya Sor û hevalbendênAmerîkayê gotûbêj kirin. Merîwan Heme zanyarîyên zêdetir radigihîne.
Nivîskarê Destxetan ê Amerîkî Josh Berer, zêdetirî 20 salane di hunera destxet a Erebî-Aramî-Kurdî de dixebite, girêdaneke kûr bi çand û dîroka Kurdî re nîşan dide.
Jinên wêrek ên YPJê, ku bûne sembola cîhanî ya şerê li dijî DAIŞê, bi rayedarên nû yên Sûrîyê re di danûstandinan de ne, da ku rola xwe piştî di Sûrîya nû de jî biparêzin.
Piştî kêmbûna perwerdehiya Kurdî di salên dawî de ji ber bêaramîyê li tevahiya deverên nakokbar yên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, niha helmetek berfireh hatiye destpêkirin da ku zareokên Kurd bi zimanê Kurdî bixwînin.
Donald Trump careke din pirsgirêkên navxweyî yên Îranê û îhtîmala serhildanekê anî ziman.
Lêkoler û pisûrên tendrustîyê di hewldanan de ne, ku bikarin jî bermayên plastîkê, madeyên xwarinê hilberînin.
Nûçeyên Zanistî yên ji seranserî cîhanê di vê raportê de bibînin ku Fatima Sindî wergerandîye ser zimanê kurdî.
Sazî û navendên kultura Kurdî, di nav de Komeleya Mala Kurdî beşdarî Global Festîval a li bajarê Calgary yê Kenedayê bûn. Kurdan bi mûzîk, dîlan, xwarin û hunera xwe ya kevneşopî festîval xemiland. Raporta Ebdo Seydî ji Calgary.
Ciwanên Kurd di Koma Arî de li Qamişlo hewl didin kevneşopiyên folklora Kurdî biparêzin.
Endamê fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê li parlamentoya Îraqê ji Dengê Amerîkayê re got ku rewş guheriye û partiyên siyasî namzedên xwe ji bo serokwezîr pêşkêş kirine.
Dadgeha Cezayê ya Îraqê bi 15 sal cezayê girtîgehê dan du endamên komên çekdar ji ber êrîşa li ser sazî û bingehên dîplomatîk û balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê.
Bajarokê Xaneqîn yê li parêzgeha Diyalayê çend roj in di nav aloziyê de ye, dema ku welatiyan û partiyên siyasî hewl dan xwepêşandanek aştiyane li dijî erebkirina wî bajarê Kurdan li herêmê encam bidin, hêzên Îraqî rê li ber xwepêşandanê girtin û du kes girtin.
Delîl Doxan, Mamosteyê Zanîngehê, ji Qamişlo nêrînên xwe derbarê vê mijarê parve dike
Li Tirkîyê 1ê Îlonê weke roja Aştiyê tê pêşwazîkirin, DEM Partî bi boneya roja Aştiyê meşek girseyî encam da. Xecîcan Farqîn derbarê çalakîyê zanyarîyan radigihîne.
Raport didin zanîn ku hejmarek şervanên PKKê li gor lihevhatina bi Tirkiyê re dê li Îraq û Herêma Kurdsitanê bimînin. Ozlem Yasak li ser mjiarê pêzanînên zêdetir dide.
Ji bo zextê li hikûmeta demkî ya Sûrîyê bike, malbata yek ji girtîyên di destê hikûmeta Şamê de li pêşî avahîya rêveberîya herêmê ya li Kobanîyê konekî vedigire. Ridwan Bêzar bêtir agahîyan dide.