Select a language and narrator voice before playback.
Bi amadebûna bi hezaran welatî, li parka Azadî ya Qamişlo, ahenga sedsalîya damezirandina bajêr hat lidarxistin. Di vê ahengê de, fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk Mazlûm Ebdî û nûnerê Hikûmeta Sûrîyê Ehmed Hîlalî jî amade bûn. Raporta Emced Kurdo ronî dide ser vê boneyê.
Malbata Bidrosiyan a Ermenî ya herî navdar li bajarê Qamişlo, zêdetirî 460 salan e pîşeya çêkirina kûpan didomîne. Bav û kalên wan di sala 1915’an de ji bajarê Sasonê yê Tirkîyê reviyane û li qeraxên çemê Cexceqê bi cih bûne. Îvan Hesîb ronî dide ser çîroka wan.
Nûçe û agahîyên nû yên derbarê Amerîka, herêmên kurdan û cîhanê di Bernameya Televizyonî ya 20’ê Tebaxa 2026’an de.
Serokatîya Amerîka û Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku ewê fişraên dijawr û tundtir danin ser Îranê û ew welat û alîyên bi Îranê re bazirganîyê dikin. Ev biryara Amerîkayê rasterast dê bandorê li Herêma Kurdsitanê bik. Diyar Cema ji Hewlêr sedeman zelal dike.
Hunera dengbêjîyê, Siyaçeman, mûzîk û stranên taybet yên Hewramî, wekî yek ji çandên dengî yên herî rastîn û kevnar ên Kurdistanê ne, lê gilî hene ku giringî bi wê hunerê û dengbêjên wê nayê dayîn, ew huner li ber nemanê ye.
Piştî êrîşa Îsraîlê ya ser bingeheke hêzên esmanî li bakurê Sûriyê, girjîyên di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de zêde bûne. Eyyûp Demîr ji Stenbolê, ser wê mijarê pêzanînên zêdetir radigihîne
Piştî derbasbûna qanûna çarçoveyî û pejirandina wê ji alîyê piranîya hêzên siyasî û civakî ve li Tirkîyê, niha tê çaverêkirin ku hikûmeta Tirkîyê pêngavên siyasî û qanûnî biavêje. Ozlem Yasak zanyarîyên zêdetir dide.
Qamişlo bajarê herî mezin ê Kurdên Rojava ye, di sedsalîya bajêr de gelek çalakî hatine lidarxistin û ew çalakî dom dikin. Tê çaverêkirin ku di şahîya li Parka Azadî de, girseya gel û berpirsên Rêveberîya Xweser û Hikûmeta demkî ya Sûrîyê beşdarî ahengê bibin.
Nûçeyên Cîhanê ji Dengê Amerîka
Simaqa devera Zêbarî li Akrê ya Herêma Kurdistanê ne tenê behemeke çandinî, bazirganî, û aborî ye, belê ew beşeke ji nasname û kultûra deverê. Lê Îsal berhema simaqê kêm bûye. Raporta Rêjîn Ehmed bêhtir zanyarî hene.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyameke tund de ku li ser hesabê wî yê fermî yê Truth Social hate weşandin, destpêkirina "operasyona aborî ya herî kujer" a dîrokê li dijî Komara Îslamî ya Îranê ragihand. Semîra Elî Mendî bêhtir zanyarî hene.
Nûçeyên Cîhanê ji Dengê Amerîka
Rûniştvanekî navçeya Erbet a parêzgeha Silêmanîyê ji ber qelewbûnê û nexweşîyên cûrbicûr di rewşeke tenduristîya nebaş re derbas dibe û rewşa darayî ya xerab rê li ber çareserîyan girtiye. Raporta Diyar Cemal ronî dide ser çîroka wî.
Hunermendê Kurd Orhan Onuk di pêşengeheke şêwekarîyê de li Stenbolê bi firçe û behreya xwe bala serdaneran dikişîne. Onuk dibêje ku ew xeyalên xwe yên welêt bi wêneyan ji nû ve vedijîne. Raporta Eyyûp Demîr ronî dide ser vê pêşangehê.
Di werza havînê de û bi bilindbûna pileyên germê re, çemê ku çavkanîya jiyanê bû li bajarokê Tirbespîyê, îro bûye metirsîyeke mezin li ser jiyana welatîyan ji ber avêtina gilêş û çopê li nava çem. Raporta Delîl Silêman bêhtir agahî hene.
Li bajarê Qamişlo, tevgera avakirinê û weberhênana aborî di van demên dawî de guhertineke berbiçav dibîne. Bi destpêkirina projeyên mezin ên bazirganî û niştecîbûnê, bajar derbasî qonaxeke nû ya geşepêdana avakirinê dibe, ku armanca wê nûjenkirina binesazîyê û afirandina derfetên kar e.