US Agency for Global Media

News and Information from Around the World

Clear all
19 Aug 2026, 20:40 GMT

Nûçe û agahîyên nû yên derbarê Amerîka, herêmên kurdan û cîhanê di Bernameya Televizyonî ya 19’ê Tebaxa 2026’an de.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
19 Aug 2026, 20:11 GMT

Hikûmeta Amerîkayê budeyek mezin ji bo weberhênanû hilberîna çek û alavên leşkerî vediqetîne û bi sê kompaniyên mezin re bi milyaran dolar girêbest îmze kirine.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
19 Aug 2026, 18:55 GMT By Eyyûp Demîr

Qanûna Çarçoveyî di rojnama resmî de hate weşandin, ji vir û pêda piştî lêkolînê dê raportek were amadekirin û pêşkêşî Lijneya Ewlekarîya Netewî were kirin. Hiqûqnas biryardayîna Lijneya Ewlekarîya Netewî hiqşqî nabînin.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
19 Aug 2026, 18:46 GMT

Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî piştî gefên mûşekî hemû danûstandinên bazirganî û darayî yên bi Îranê re rawestandin. Rayedarên Amerîkî jî dibêjin, ew ê fişarên aborî li ser Îranê zêdetir bikin.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
19 Aug 2026, 17:06 GMT By Emced Kurdo

Li Qamişlo, Stûdyoya El-Zehra, yek ji kevntirîn stûdyoyên wêneyan e, tevî pêşketina teknolojiya nûjen hîn jî bîranînên zêdetirî 40 salan diparêze. Bi boneya Roja Cîhanî ya Fotografiyê de, Emced Kurdo ev raport amade kiriye.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
19 Aug 2026, 15:58 GMT By Xetab Omer

Li sînorê devera parêzgeha Duhok û Îdareya Serbixwe ya Zaxo 341 gund ji ber pevçûnên berê yên di navbera PKKê û Tirkîyê de hatbûn valakirin. Niha berê gundîyan li serkeftina pêvajoya aştiyê ye da ku vegerin ser mal û warên xwe. Xetab Omer ji gundê Şeraniş yê çolkirî û ev raporte.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
19 Aug 2026, 14:52 GMT By Huner Ehmed

Baskê siyasî yê Îranê, bi rêya Wezîrê Derve Ebas Eraqçî, êrîşê red kir, lê Pasdarên Îranê li ser vê mijarê bêdeng man. Çavkaniyek hikûmetê jî ji VOA re got ku guman tune ye êrîş ji hêla Îranê ve hatiye kirin. Serokwezîrê Iraqê êrîş şermezar kir.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
19 Aug 2026, 14:30 GMT By Dîyar Cemal

Li navenda taxê Eynkawe yê li Hewlêr festîvalek tirî hate lidarxistin ku tê de 52 cûreyên cûda yên tirî hatin pêşandan. Raporta Diyar Cemal qala serbora serkeftî ya cotkarên krîstîyan dike.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
18 Aug 2026, 21:02 GMT

Nûçe û agahîyên nû yên derbarê Amerîka, herêmên kurdan û cîhanê di Bernameya Televizyonî ya 18’ê Tebaxa 2026’an de.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
18 Aug 2026, 20:19 GMT

Serokomarê Tirkîyê qala aştiya li Tirkîyê kirbû û got ku Kurdên Sûrîyê dê para xwe ji aştîya li Tirkîyê bigirin. Nivîskar Şivan Îbrahîm ser mijarê diaxive.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
18 Aug 2026, 20:12 GMT By Huner Ehmed

Grûpên çekdar li Îraqê dibêjin, mercên wan hene bo radestkirina çekdan, di nav de divê hemî leşkerên biyanî bi şêwrmend û Çavdêr ve derkevin û hin ji wan dibêjin divê Pêşmerge jî çekên xwe radestî dewletê bike. Huner Ehmed ji Hewlêr zanyarîyan dide.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA