Senatorê Komarî yê Teksasê (Texas) Ted Cruz got ku Kurd hevalbendên dilsoz ên Amerîkayê ne û di gelek şer û pevçûnan de hevbeş bûn, dikarin bibin beşek ji lawazkirina Komara Îslamî ya Îranê.
Select a language and narrator voice before playback.
Senatorê Komarî yê Teksasê (Texas) Ted Cruz got ku Kurd hevalbendên dilsoz ên Amerîkayê ne û di gelek şer û pevçûnan de hevbeş bûn, dikarin bibin beşek ji lawazkirina Komara Îslamî ya Îranê.
Li welatê Kolombîyayê erdhejek bihêze 7.4 pile pêkhat herî kêm 47 kesan jiyana xwe ji dest da. Pêzanînên zêdetiir di raportê de hene.
Zêdekirina fişarên aborî li ser Îranê di rojeva siyasî ya Amerîkayê de ye, hin Amerîkî difikirin ku bandora zêdekirin zextên aborî bo ser hikûmeta Tehranê dê ji zextên leşkerî bihêztir be.
Senatorê Komarî Ted Cruz di rojên borî de daxuyanî li ser bihêzkirina opozisyona li dijî hikûmeta Tehranê dabûn, wî gotbû ku pêwîste Amerîka piştevanîya Kurdan bike. Meysem Moradî, Pisporê Têkiliyên Navneteweyî, bersiva pirsên Dengê Amerîka dide.
Roja Duşemê qanûna çarçoveyî li parlemantoyê Tirkîye bû, ji bo ku dengdan li ser were kirin. Eyyûp Demîr, ji Stenbol, agahîyên zêdetir ser mijarê dide.
Îro Duşemê yekemîn Karwanê derbiderên Serê Kanîyê ku ji 410 malbatan pêk tê, ji Kampa Waşokanî dest bi vegera ser mal û warên xwe kir li bakurê rojhiltê Sûrîyê. Dema ew gihiştin rastî êrtîşan hatin. Şirovekarê Siyasî Ebdulhelîm Silêman mijarê dinirxîne
Pisporên tenduristiya derûnî dibêjin ku bandorên derûnî yên kîmyabarana Helebçeyê ne tenê bandor li nifşê yekê yê rizgarbûyan kiriye, lê di heman demê de bandor li nifşê duyan jî kiriye.
Îro Duşemê yekemîn Karwanê derbiderên Serê Kanîyê ku ji 410 malbatan pêk tê, ji Kampa Waşokanî dest bi vegera ser mal û warên xwe kir li bakurê rojhiltê Sûrîyê. Raporta Emced Kurdo bêhtir agahî hene.
Her çiqas hejîrên herêma Teq Teq a Herêma Kurdistanê bi nav û bang in jî, lê berê destpêkê yê darhejîran rastî nexweşîyerkê hatîye û cotkar dibêjin zirareke mezin gihaye wan.
Piştî radestkirina Berhemên Genimê wezra Îsal bo hikûmeta Sûrîyê, cotkarên parêzgeha Hesekê gazinan ji wernegirtina pereyên xwe dikin. Ew dibêjin wan pêwîstî bi pereyan heye da ku xwe ji bo weza bê re amade bikin.
Li bajarê Kobanîyê kêmbûn û buhabûna sotemenîyê pirsgirêk di ewlehîya xwarinê de derxitine pêş. Cotkar nema çandinîyê dikin, û bandoreke neyînî li sektorên veguhestin, kargeh û tenduristîyê jî kiriye. Raporta Ridwan Bêzar bêhtir agahî hene.
Koma Agirê Jîyan ya muzîkê, piştî rawestana 7 salan, îsal careke din vegerîyaye ser çalakîyên xwe yên hunerî û dest bi konsertan kiriye. Endamên komê behsa serbora wê ya muzîkê dikin. Raporta Eyyûp Demîr bêhtir agahî hene.
Roja Duşemê 10ê Tebaxê bêtirî 400 malbatên Serê Kanîyê li gor peymana HSDê û Hikûmeta Demkî ya Şamê vegeriyan ser mal û cihên xwe. Peyamnêr Emced Kurdo kêlîka vegera malbatên derbider ya Serê Kanîyê bo cih û warên xwe belge dike.
Îro Duşemê 10 Tebaxê yekemîn Karwanê derbiderên Serêkanîyê ku ji 410 malbatan pêk tê, ji Kampa Waşokanî dest bi vegera ser mal û warên xwe kir. Agahîyên zêdetir di raporta Emced Kurdo de.
Li gundê Şewitî yê rojhilatê bajarê Qamişlo, du xortên Kurd navendeke perwerdekirina siwarbûna hespan ava kirine ku bala bi hezaran hezkirîyên vê werzîşê kişandiye. Raporta Emced Kurdo bêhtir agahî hene.
Li bajarê Duseldorfa Almanyayê salavegera koça dawî ya hunermendê naskirî Aram Tîgran hate vejandin. Di vê çalakîyê de hejmarek hunermend û hezkirîyên Tîgran amade bûn û nivîskar Kakşar Oramar pirtûka xwe ya li ser jiyana wî îmze kir.
Kêmbûna pereyên nû li parêzgeha Hesekê bûye sedema krîzekê di bazaran û tevgera kirîn û firotinê de. Banka Navendî ya Sûrîyê pêvajoya guhertina pereyan li Hesekê, Reqa û Dêra Zorê dirêj kiriye, lê ji ber kêmbûna navendên guhertina pereyan krîz berdewam dike.
Civata Senatoya Kongresa Amerîkayê Şemîyê Todd Blanche berbijarê Serok Donald Trump bo posta wezîrê dadê bi fermî piştrast kir.
Li taxeke bajarê Qamişlo welatî dilgiranîya xwe ji bîn û dûmana ku ji kargeheke nû ya baterîyan derdikeve nîşan didin. Di navbera gilî û gazinên şênîyan û piştrastkirina rêveberîya kargehê li ser şopandina pîvanên navnetewî de, şaredarî tekez dike ku ti binpêkirin nehatine dîtin.
Berpirsên Amerîkî û hin raport behsa îhtîmala rêkeftinekê di navbera Washington û Tehranê de dikin ji bo bidawîanîna pevçûnan, vegerandina aramîya herêmê û vekirina Tengava Hormuzê. Dr. Ramîn Mefaxirî, Profesorê Zanîngehê li Brîtanyayê li ser vê mijarê diaxive.