PDK li Washington DC semînerek li ser pêşeroja Îranê, rola Kurdan di pêvajoya veguheztina demokratîk de, mafên gelên Îranê û rola siyaseta Amerîkayê encam da. Hejar Birincî, Nûnerê PDKI li Washington qala çalakîyê dike.
Select a language and narrator voice before playback.
PDK li Washington DC semînerek li ser pêşeroja Îranê, rola Kurdan di pêvajoya veguheztina demokratîk de, mafên gelên Îranê û rola siyaseta Amerîkayê encam da. Hejar Birincî, Nûnerê PDKI li Washington qala çalakîyê dike.
Piştî ku qanûna çarçoveyî ku ev demeke di rojeva Tirkîyê de ye di rojnameya fermî ya dewletê de hat weşandin, niha çav li ser pêkanîna wê qanûnê ye. Eyyûp Demîr ji Stenbolê agahîyên zêdetir dide.
Qamişlo yek ji wan bajarên Kurdan e ku di nava kolanên xwe de dîroka bihevre jiyanê ya pêkhateyên cuda tomar kiriye. Nivîskar Faris Osman di 100 salîya bajêrê Qamişlo de, qala dîroka avakirin û rewşa jiyana xelkê bajêr dike.
Nûçeyên Cîhanê ji Dengê Amerîka
Raporteke Wall Street Journal dibêje ku piştî 60 rojan ji îmzekirina peymana lihevtêgihîştinê di navbera Amerîka û Îranê de, girjî zêde dibin û bawerîya rêveberiya Amerîkayê bi Îranê re kêm dibe.
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Jared Kushner dibêje ku bala Serok Trump niha li ser zexta aborî ya li ser Îranê û dorpêça deryayî li Tengava Hurmuzê ye. Û serok her tim israr kiriye ku divê Îran nebe xwedî çekên navokî.
Festîvala Deşta Hewlêrê bi amadebûna hejmareke mezin ji gundî û welatiyên bajêr hate lidarxistin. Di festîvalê de gelek çalakîyên kevneşopî yên weke hespsiwarî, Xwarinên Kurdî û karên destî yên jinan hatin pêşkeşkirin.
Bajarê Kobanî di warê xizmetguzariyê de bi pirsgirêkên mezin û kêmasiyên giran re rû bi rû ye. Şaredariya bajêr jî dibêje ku derfetên pêwîst nînin. Di Raporta Ridwan Bêzar de, zanyarîyên bêhtir hene.
Nûçeyên Cîhanê ji Dengê Amerîka
Bi boneya 100 saliya damezrandina Qamişlo, 15 hunermendên wênesaz beşdarî komxebateke vekirî dibin da ku hezkirina xwe ji bo vî bajarî bi reng û tabloyên bijarde derbibirin.
Nûçe û agahîyên nû yên derbarê Amerîka, herêmên kurdan û cîhanê di Bernameya Televizyonî ya 17’ê Tebaxa 2026’an de.
Îran fişarên xwe li ser Herêma Kurdistanê bi êrîşên mûşek û dronan zêde dike û li ser Îraqê bi giştî zextên siyasî bikar tîne. Şarezayê Siyasî Helmet Palanî girjiyên li herêmê û zextên Îranê li ser herêmê şirove dike.
Piştî ku êrîşên dronan bo ser Pîrmam ku ofîsên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û serokê Dezgeha parastinê lê dimînin, reaksyonên cuda derketin holê. Diyar Cemal ji Hewlêrê pêzanînên nû radigihîne.
Serokomarê Tirkîyê di hevpeyvînekê ya bi kanala 'Al-Jazeera' re got ku ew bi Kurdên li herêmê dijîn re têkilîyên xwe xurt bikin û alîkarîya wan bikin. Eyyûp Demîr ji Stenbolê zêdetir ser daxuyanîyên Erdogan diaxive.
Nûçeyên Cîhanê ji Dengê Amerîka
Serok Donald Trump peymana nû ya berevaniya hevbeş ya di navbera Tirkîyê, Erebistana Saûdî û Pakistanê de pêşwazî kir û ew wek "gaveke yekem a mezin, wêrek û girîng" bi nav kir.