Xwendekar û çalakvênên herêmî li bajarê Kobanîyê yê Kurdan çalakiyên xwe ji bo hişyarkirina li ser navê bajar zêde kirine. Kurd navê dîrokî yê bajarê xwe dixwazin, ew navê Eyn el-Ereb ku hikmetên Sûrîyê li ser bajarê wan feriz kirîye naxwazin.
Select a language and narrator voice before playback.
Xwendekar û çalakvênên herêmî li bajarê Kobanîyê yê Kurdan çalakiyên xwe ji bo hişyarkirina li ser navê bajar zêde kirine. Kurd navê dîrokî yê bajarê xwe dixwazin, ew navê Eyn el-Ereb ku hikmetên Sûrîyê li ser bajarê wan feriz kirîye naxwazin.
Li bajarê Kobanîyê weke bi sedan bajarên din yên Sûriyê ji ber pevçûnên çendîn salan nîv wêran bûye, niha tevgera avakirinê zêde dibe, endazyar û berpirsên herêmê sedema wê bo aramî û ewlehîya heyî vedigerînin.
Qanûna Çarçoveyî roja Înê dê li Komîsyona Dadê be, û piştî wê dê Yekşemîyê were meclîsa Tirkiyê. Pispor wê qanûna çarçoveyî û helwesta partîyên sîyasî dinîrxînin.
Medya nêzîkî Komara Îslamî dibêje, operasyonên wan yên îstîxbaratî û ewlehê li dijî partiyên Kurd yên rojhilat dom dikin, hin ji wan dezgehên medyayê îdia dikin ku kurê serokê partiyeke Kurd, li Herêma Kurdistanê kuştine. Dr. Selah Bayezîdî Nûnerê Komelê li Washington vê Mijarê şirove dike.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê, pêşkêşkirina pêşnîyara qanûna çarçoveyî ya jibo parlemana Tirkîyê pîroz kir, pêşnivîsa qanûnê ji 12 xalan pêk tê. Eyyûp Demîr ji Tirkîyê pêzanînên zêdetir radigihîne.
Emced Kurdo ji Rojava agahî û pêzanînên derbarê kombûna roja Sêşemê dide, ku li Koşka Gel li Şamê di navbera Serokê Demkî yê Sûriyê Ehmed Şeri' û Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî de pêkhatbû.
Hevkarîya di navbera efserên polîs û civakên Amerîkî de di şevekê de tê pîrozkirin ku bi navê Şevderîya Niştimanî tê naskirin. Di vê şevê de gelek bername û çalakî têne lidarxistin. Raporta Bîta Meşayixî agahîyên bêhtir hene.
Ji ber êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê bi sedan donim erd şewitî û jîngeh wêran bûye. Her çend gelek ji van deveran dûrî niştecihan in û ew kampên partiyan in, jîngehparêz hişyarîyê didin ku ev yek dê di siberojê de bandoreke neyînî li ser herêmê bike.
Li gorî berpirsên Amerîkî, rêkeftinek bi Îranê re li ser Tengava Hormuzê nêzîk e û dibe di demek nêzîk de were ragihandin, lê ew hîn nehatiye dawîkirin. Ev yek jî hêvîyên kêmbûna alozîyan û vegerandina trafîka deryayî ya normal li herêmê bilind dike.
Ji ber nebûna navendekê ji bo zarokên bi Sendroma Down li Helebçeyê, dê û bav neçar mane ku zarokên xwe ji dibistanê derxînin. Ji bo çareserkirina vê valahîyê, mamosteyek Helebçeyê ku zarokek wê bi Sendroma Down heye, korseke havînê li mala xwe vekiriye.
Li bakur rojhilatê Sûrîyê, ku yek ji navendên hilberîna petrolê yên herî girîng ên welêt e, berpirsên Sûrî û rêvebirên kompanîyeke Amerîkî destpêkirina projeyekê ji bo nûjenkirin û pêşxistina zeviyên petrolê ragihand. Raporta Emced Kurdo bêhtir agahî hene.
Roja Sêşemê biyahên petrolê li bazarên cîhanî yên kirîn û firotinê li gorî roj û hefteyên berê 4% daket.
Tê çaverêkirin ku Roja Çarşemê Çarçoiveya qanûnî ya aştiyî li Tirkiîyê di parlamentoyê de tê ragihandin. Ozlem Yasak agahîyên zêdetir radigihîne.
Hin nivîskar û rewşenbîrên li Kerkukê li dijî endametiya Yekîtiya Şaredariyên Cîhana Tirkî li Kerkukê mîtîngek li dar xistin, di daxuyaniyekê de çend daxwaz ji sê serokatiyên Parlemen, hikûmeta Îraqê û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re şandin.
Şarezayê Pirsên Navneteweyî Ekrem Onen girjîyên di navbera Amerîkayê û Îranê de di şerê li Rojhilata navîn de dinirxîne.
Li bajarê Bruksel, Kurdên Ewropayê çalakîyek taybet bo bîranîna 12an a jenosîda li dijî civaka Êzidî encam da. Jenosîda li herêma Şingalê li Kurdistana Îraqê sala 2013an bi destên çekdarên DAIŞê pêkaht bû, bi hezaran kes hatin kuştin, zarok, jin û keç hatbûn revandin.
Bazara Hefteyî ya berhemên Çandinîyê li Helebceyê, wekî destpêşxeriyek pêwîst, bo kirîn û firotina hemî berhemên cotkarên herêmê û bibe bazarek ji bo piştgîriya cotkaran.
Piştî ku ji ber şerê navxwe yê li Sûriyê bi sedan malbat li Serêkanîyê ji cih û warên xwe koçber bûbûn, pişt helmeta hilandin û paqijkirina herêmê ji mîn û teqemenîyan, malbat hêdî hêdî vedigerin ser gund û warên xwe.
Tê çaverêkirin ku roja Çarşemê danê sibê Qanûna Çarçoveyê si parlementoya Tirkîyê de were ragihandin. Eyyûp Demîr di vê raportê de agahîyên zêdetir dide
Li bajarê Mûsil ku di dema Daişê de bi temamî hatbû wêrankirin, niha xelk vedigerin ser kar û pîşeyên xwe yên berê. Dikaneke biçûk li navenda bajêr niha weke bazara herî mezin a firotina masîyan tê naskirin û qayîkên girtina masîyan jî li heman navendê tên çêkirin..