Select a language and narrator voice before playback.
Nûçeyên Cîhanê ji Dengê Amerîka
Rojên şer û dorpêça li ser Kobanîyê bandor li ser xwendekarên bajêr kir, lê tevî wê jî, hin xwendekarên wekî Elî Mihemed Qadir di xwendina xwe de serkeftî ne. Raporta Ridwan bêzar zanyarîyên bêhtir hene.
Li bajarê Qamişlo, niştecih ji ber nebûna bankeke xwînê zehmetyan dikişînin û zîyan gihiştîye sektora tenduristîyê. Vê yekê bi taybetî rewşa nexweşên talasîma û penceşêrê xerabtir kiriye. Raporta Îvan Hesîb bêhtir agahî hene.
Nûçe û agahîyên nû yên derbarê Amerîka, herêmên kurdan û cîhanê di Bernameya Televizyonî ya 14’ê Tebaxa 2026’an de.
Zêdebûna Giringîya Tengava Hormuzê di Opresyonên Leşkerê Amerîkayê de, Areş Salih di vê raportê de pêzanînên zêdetir radigihîne.
Hikûmeta Îraqê dibêje ku dawiya Îlonê wekî roja dawî ji bo vekişîna hêzên biyanî ye li Îraqê, hin Parlemanter û welatî daxwaz dikin ku leşkerên Tirk ên ku 30 kîlometreyan ketine Herêma Kurdistanê, derkevin.
Qanûna Çarçoveyî di rojeva siyasî ya Tirkîyê de dîsan germe, hin partîyên Kurd bi dudilî nêzî rewşa heyî dibin. Mustafa Ozçelik Serokê Partîya Welatparêzên Kurdistanê ji Stenbolê vê mijarê dinirxîne.
Aştiya li Tirkîyê piştî pejirandina Qanûna Çarçoveyî ji aliyê piranî ya hêzên siyasî û parlemantoya Tirkîyê ve, niha dikeve di qonaxa cîbicîkirinê de. Ozlem Yasak pêzanînên zêdetir dide.
Nûçeyên Cîhanê ji Dengê Amerîka
Li Tirkîyê gelek avahîyên dîrokî yên mesîhîyan pedivî bi linêrîn û çavdêrîyê ne, lê ew hatine mandila kirin û li ber rûxan û hilweşînê ne. Yek ji wan dêra ku weke “Sêwîxaneya Rûm” tê naskirin li ber hilweşînê ye.
Ev bûn zêdetirî du hefteyan krîzeke dijwar ya sotemnîyê li Herêma Kurdistanê heye, gel gilîya hikûmetê dike û hikûmet jî sedeman nîşan dide ku tiştê çê dibe ji derveyî kontrola wê ye. Rêjîn Ehmed li Parêzgeha Duhokê, krîza heyî şopandiye û ev raport amade kirîye
Nûçeyên Cîhanê ji Dengê Amerîka
Dayîkên Kurd li Kobanîyê bi çêkirina xwarinên Kurdî û karên destî yên kevneşopî beşdarî Festîvala Çandê ya li herêma Kobanîyê dibin.
Bajarê Girkê Legê li Rojava, di Sîstema Sûrîyê de hêjî nebûye navçek û dezgehên fermî lê nînin, ev yek kar û jiyana xelkê bajêr zehmet dike, rûniştvanên bajêr daxwaza bicihanînan biriyara 2008an ya ku Girkê Legê bibe navçeyek taybet dikin.
Di van demên dawî de li Rojava, dîyardeya vexwarinên enerjîyê di nav zarok û ciwanan de bi awayekî berbiçav zêde bûye. Malbat ditirsin ku ew vexwarin bandorek xirab li ser tendirustiyê zarokên wan bihêle. Emced Kurdo ev raport ji Qamişlo amade kiriye.