Serokwezîrê Îraqî Elî Falih El-Zeydî rastî astengîyên mezin tê ji bo ku bikare sozên derbarê bêçekirina grûpên çekdar yên alîgirên Îranê dayî bicî bîne. Di vê raportê de Çavdêrên Sisayî derbarê mijarê nêrînên xwe parve dikin.
Select a language and narrator voice before playback.
Serokwezîrê Îraqî Elî Falih El-Zeydî rastî astengîyên mezin tê ji bo ku bikare sozên derbarê bêçekirina grûpên çekdar yên alîgirên Îranê dayî bicî bîne. Di vê raportê de Çavdêrên Sisayî derbarê mijarê nêrînên xwe parve dikin.
Li Herêma Kurdistanê dest bi helmetekê hatîye kirin da ku berevanîyê ji wan keç û jinên ciwan bikin yên ku di civakê de rastî destavêtin û êrîşên zayîndeyî tên. Raporta Sînor Kerîm ji Silêmanîyê.
Eyyûp Demîr ahagî û pêzanînên zêdetir derbarê hevdîtina Şandeya Îmralîyê bi Ocelan serokê girtî yê PKKê û encamên wan civînan dide.
Dr. Ridwan Badînî Çavdêrê Siyasî ji Hewlêr seredana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Paytexta Sûriyê dinirxîne
Lêkolerê pirsên navnetewî Dr. Dilêr Xelef Osman dosyeya pirsa derbedirên Şingalê piştî 12 slan ji Jenosîdê şirove dike û daxwaz dike bi çavê rehmê li xelkê Êzidî yê herêma Şingalê temaşe bikin.
Heft lîstikvanên Kurd ên keç Qehremanîya Ciwanan a Rojavayê Asyayê ya 2026'an bi tîma niştimanî ya Sûrîyê re bi dest xist. Golparêza bajarê Qamişlo, Mîdya Hisên xelata golparêza herî baş a Qehremanîyê wergirt.
Li Almanyayê çalakîyek ji bo salvegera12’an a komkujîya Êzdîyan a Şingalê bi beşdarîya hejamrek kesayetî û parlemantarên wî welatî bi rêve çû. Raporta Şêrwan Îbrahîm zanyarîyên bêhtir hene.
Li bajarê Dersimê festîvala Munzurê ku armanca wê parastina xweza, av û ax û ziyaret û ziman û çanda devera Dersîmê ye hate lidarxistin. Jiber ku şaredarîya Dersimê bi destê qayûm tê birêvebirin, festîval du salan çênebû, lê îsal bi hevkarîya rêxistinên sivîl lidarket.
Diya şervana Kurd Çîçek Kobanî ku komên çekdar di sala 2019an de ew dîl girt, veguhest bo Tirkîyê, û dadgeheke Tirkîyê cezayê zindana hetahetayî da wê, daxwaza serbestberdana keça xwe dike. Parêzerekî Kobanîyê jî dibêje mafê Tirkîyê nebû ku wê dadgeh bike.
Kurdên Rojava serdana Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî bo Sûrîyê bi erênî dinirxînin û dibêjin ku dê bandora wê li ser Kurdên Sûrîyê û aramîya deverê hebe. Raporta Îvan Hesîb bêhtir zanyarî hene.
Piştî 12 salan ji jenosîda terorîstên Daişê li dijî xelkê Êzdî li Şingalê, kesûnasên qurbanîyan hîn jî li benda dadmendîyê ne û daxwazê ji desthilatdaran dikin ku alîkarîyê di naskirina çarenûsa windabûyên wan de bikin. Raporta Xetab Omer bêhtir agahî hene.
Ji bo ku xort û keçên sinêle yên li Australya dijîn rastî şaşiyên di derbarê torên medya civakî neyên hin bend û biryar danîne û berevanîyê ji wan birayran dike.
Li pêşangeha xwe ya bajarê Qamişlo, hunermendê şêwekar Ferîd Hiso hewl dide bi rêya berhemên xwe yên ên karê destan folklora Kurdî vejîne.
Nûçeyên derbarê Amerîka, Herêmên Kurdan û Cîhanê di bernameya nû ya televîzyonî de.
Nûçeyên derbarê Amerîka, Herêmên Kurdan û Cîhanê di bernameya nû ye televîzyonî de.
Karbidestên Tirkîye û Sûrîyê ragihandin ku ew jibo vekirina derîyê sînor yê Nisêbîn û Qamişlo dixebitin. Ozlem Yasak pêzanînên zêdetir radigihîne.
Piştî serdana Washingtonê û di demekî hestiyar ku rojhilata Navîn tê de derbas dibe, çav li ser serdana Serok Wezîrê Îraqê Elî El-Zaydî ye bo Tehran a paytexta Îranê. Semîra Elî Mendî agahîyên ser wan serdanan radigihîne
Diyar Cemal ji Herêma Kurdistanê pêzanînan derbarê gumanên Parityên Kurd yên Opozisyona Îranê ku dibêjin Îranê çekên qedexe li dijî Pêşmergeyên wan bi karanîne radigihîne.
Dawiya vê mehê peymana 50 salî ya hêla petrolê ya di navbera Îraq û Tirkîyê de bidawî dibe, ev di demekê de tê ku girjiyên di navbera Îran û Amerîkayê de zêde dibin û bihayên petrolê bilind dibin û hewcedarîya bi hêla petrolê ya Kerkuk - Ceyhan zêde dibe.
Li peravên başûrê Kroatya, deh sal lêkolînên bin avê rê li ber arkeologan vekirin ku zêdetirî 600 gram zêr yê ji serdema Împaratorîya Bîzantî (Bîzans) ê bibînin.