Select a language and narrator voice before playback.
Nûçe û agahîyên nû yên derbarê Amerîka, herêmên kurdan û cîhanê di Bernameya Televizyonî ya 13’ê Tebaxa 2026’an de.
Wêneyên berpirsên Şî'a yên Îraqî û Îranî li Kolan û Meydanên giştî yên bajarê Kerkukê tên dîtin, ev yek bo sedema nerazîbûna Kurdên Kerkukê. Raporta Huner Ehmed û pêzanînên zêdetir.
Sêderadana welatîyan bi tohmetên cuda li Îranê berdewam dike, mafên mirov tên binpêkirin. Lêkoler Nêhrûz Çemen Ara ji Almanya vê mijarê şirove dike.
Hin Hêzên Artêşa Îraqê ji firokxaneya Hilêwe û li derora kerkukê û nêzî Toz Xûrmato vekişyan, di demekê de ku piranîya xelkê Îraqê nîgeranin ji ber vekişîna Hêzên Hevpeymanîya Navnetewî ji wî welatê wan. Raporta Sînor Kerîm ji Silêmanîyê.
Bi nêzîkbûna vekişîna hêzên hevpeymaniya navneteweyî re, Îraq ji bo qonaxek nû xwe amade dike. Karox Xoşnaw, Serokê Enstîtuya Lêkolînê ya Amerîkî li Herêma Kurdistanê vê mijarê dinirxîne.
Bi nêzîkbûna vekişîna hêzên hevpeymaniya navneteweyî re, Îraq ji bo qonaxek nû xwe amade dike. Karox Xoşnaw, Serokê Enstîtuya Lêkolînê ya Amerîkî li Herêma Kurdistanê vê mijarê dinirxîne.
Nûçeyên Cîhanê ji Dengê Amerîka
Herêma Kurdistanê bi xwezaya xwe ve, yek ji herêmên herî baş û guncaye ji bo xwedîkirina mêşên hingiv. Raporta Sînor Kerîm pêzanînên zêdetir dide.
Li bajarê Qamişlo pêşangehek bi navê "Arşîva Civaka Êzîdî" hate lidarxistin bi mebesta danasîna pêkhateyên bajêr bi dîrok û çanda Êzîdîyan.
Nûçeyên Cîhanê ji Dengê Amerîka
Ligel nêzîkbûna vekişîna tevahî ya hêzên hevpeymaniya navneteweyî, Îraq ji bo qonaxeke nû xwe amade dike. Nîgeranî heye ku rewşa ewlehîyê li Îraqê were guhertin. Raporta Diyar Cemal vê mijarê ronî dike.
Xortê Kurd Ozcan Aksu di zindaneke Tirkîyê de jiyana xwe ji dest daye û mirina wî ya piştî 14 rojan ji girtinê pirsên cidî li ba xwedîyên wî derxistine pêş. Desthilatdaran sedema mirina wî negotîye û bavê wî jî dibêje nîşanên êşkenceyê li ser laşê wî hene. Raporta Eyyûp Demîr bêhtir agahî hene.
Aljîn Mislim keçeke 16 salî ye ku piranîya jiyana xwe li derbiderîyê qedandîye. Niha ew li bajarê Kobanîyê dixwaze bi rêya muzîkê hêvîyên xwe û derbiderên din geş bike.
Nûçe û agahîyên nû yên derbarê Amerîka, herêmên kurdan û cîhanê di Bernameya Televizyonî ya 12’ê Tebaxa 2026’an de.