Sînor Kerîm ji Herêma Kurdistanê pêzanînan derbarê êrîşên berdewam ên dron û mûşekan li Ser Herêma Kurdistanê û dîtina sê gorên bikom li Mûsilê radigihîne.
Select a language and narrator voice before playback.
Sînor Kerîm ji Herêma Kurdistanê pêzanînan derbarê êrîşên berdewam ên dron û mûşekan li Ser Herêma Kurdistanê û dîtina sê gorên bikom li Mûsilê radigihîne.
Piştî ku Parlamentoyê bi 467 dengan qanûna çarçoveyî pejirand ew, Tirkîyê dest bi amadekarîyên qonaxa din ya qanûna çarçoveyî kir. Ozlem Yasak mijarê zêdetir zelal dike.
Di demekê de ku Qa'anî seredana Bexdayê dike û fişarên ser Tehranê zêde dibin, Îran, Bafil Talebanî bo seredaneke Tehranê bang dike. Civaknas û Pisporê Pirsên Rojhilata Navîn Dr. Fereydon Rehmanî mijarê dinirxîne.
Nûçeyên Cîhanê ji Dengê Amerîka
Navenda Metro ji bo Parastina Rojnamevanan li Herêma Kurdistana Îraqê, dengên cuda di panelekê de li Hewlêra paytex kom kirin ji bo gotûbêjkirina şêwazên ku tê de medyaya Kurdî di dema pevçûnên navxweyî de bi awayekî profesyonel û bêalî bixebitin. Raporta Diyar Cemal agahîyên bêhtir hene.
Xwezaya ciwan a havîngeha Gelîyê Şêrane di navbera çiyayên bilind ên devera Amêdîyê de, di werza germ a havînê de dibe meqseda geştîyaran ji seranserî Îraqê. Raporta Rêjîn Ehmed zanyarîyên bêhtir hene.
Êrîşên dijî derbiderên Serê Kanîyê bûn cihê nerazîbûneke berfereh ji alîyê welatî û alîyên siyasî yên Kurdên Sûrîyê ve, di nav de jî Meclîsa Sûrîya Demokratîk(MSD) û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûrîyê(ENKS). Raporta Emced Kurdo bêhtir agahî hene.
Piştî biryara Hikûmeta Îraqê ya kontrolirina çekan di destê hikûmetê de, pirsa çekdarên Şigalê derdikeve pêş. Hin Berpirs û kesayetîyên Şingalê dibijin pêwîst e ev hêzên çekdar bibin beşek ji hêzên fermî yên Îraqê. Raporta Xetab Omer zanyarîyên bêhtir hene.
Nûçeyên Cîhanê ji Dengê Amerîka
Parastina navend û cihên Êzdîyan li Rojava di van salên dawî de bûye pêwîstekê ji bo piranîya endamên civaka Êzdî. Ew li Sûrîyê dixwazin ku mafên wan di destûra welêt de werin parastin. Raporta Delîl Silêman bêhtir zanyarî hene.
Li parêzgeha Helebçe ya Herêma Kurdiustana Îraqê, weke hemû parêzgehên Îraq û Herêma Kurdistanê, rêjeya bêkarîyê di nava rêzên gêncan de bilind e. Raporta Ferhan Hawramanî agahîyên bêhtir hene.
Mozexaneya niştimanî ya dîrokî ya Smithsonian li Washingtona paytext bi pêşangeheke taybet a dîrok û çanda welêt, salvegera 250 salîya serxwebûna Amerîkayê pîroz kir. Fatima Sindî raportê dixwîne.
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, Xezal Koyuncuer, Kurda Anatolyayê ku bo salên dirêj karmenda sendîkaya Karkerên Mîlano ye, bi Dengê Amerîka yê re serbora xwe ya derbarê rewşa kar û karkarên Kurd ên li wî welatî parve kir. Raporeta Hemîd Mistefa ronî dide ser çîroka wê.
Nûçe û agahîyên nû yên derbarê Amerîka, herêmên kurdan û cîhanê di Bernameya Televizyonî ya 11’ê Tebaxa 2026’an de.
Di vê raporê de, vegeryanek bo Tebaxa 2014an dema ku DAIŞê êrîşî Şingalê kir û Amerîkayê dest bi dabînkirina alîkariyên mirovî û êrîşên esmanî li dijî DAIŞê kir. Merîwan Heme agahîyên zêdetir li ser rewşa wê demê û alîkarîyên Amerîkayê dide.
Li hin herêmên Kurdan li Sûriyê alozî derketine, bi taybetî piştî vegera karwanê yekê yê derbiderên Serê Kanîyê û pêkhatina êrîşên tundîyê li dijî derbideran. Parêzer Ewaz Elî ji Kobanîyê rewşa heyî dinirxîne