Serokomarê Tirkîyê R. T. Erdogan, ragihand ku rewşa li Sûriyê xizmeta herêmeke bê teror dike. Ozlem Yasak zêdetir ronî dide ser nêrîn û daxuyanîya Erdogan.
Select a language and narrator voice before playback.
Serokomarê Tirkîyê R. T. Erdogan, ragihand ku rewşa li Sûriyê xizmeta herêmeke bê teror dike. Ozlem Yasak zêdetir ronî dide ser nêrîn û daxuyanîya Erdogan.
Kurdên Rojava bi giştî û li Qamişlo bi taybetî di xwepêşandanên girseyî de biryara hikûmeta Sûrî ya derbarê perwerdeya bi zimanê Kurdî şermezarkirin. Emced Kurdo zaniyarîyên zêdetir derbarê wan nerazîbûnan parve dike.
Di Superlîgaya Tirkêyê de îşev 31ê Tebaxê li Yarîgeha Amedê tîma navdar a Amedspor û Trapzonspor tên ba hev, Xecîcan Farqîn li hember Yarîgeha Amedê pêzanînan derbarê Lîstikê dide.
Amerîka dide zanîn ku her hewildaneke Îranê bo êrîşeke nû li ser herêmê yan çandina mînan li avên deryayî dê rastî derbeyên kujer û wêrankar were.
Niha di Kongresê Amerîkayê de dengên ku dibêjin divê Kurd li dijî rejîma Îranê werin pirçekkirin û piştevanîya grûpên opzisyona rejîma Îranê were kirin zêde dibin.h. Di nav de senatorê Komarî Ted Cruz.
Hin berpirsên Amerîkî dibêjin ku wan êrîşî hewildanên rêgirîya mîn çandinê li hêzên pasdarên Îranê kiriye û êrîşî du bingehên wan kirine li girava Larek ya nêzîk Bender Ebas piştî ku Îranê êrîşî bingeheke hêzên Amerîkî kir li Urdunê.
Li Tirkîyê û Rojhilata Navîn bi giştî vexwarina çayê bûye beşek giring ji jîyana civakên li wê herêmê dijîn. Raport qala vexwarina çayê li Tirkîyê dike.
Di hevpeyvîneke taybet a bi Dengê Amerîkayê re, siyasetmedara Kurd ya naskirî Îlham Ehmed qala qonaxa nû ya piştî hilweşandina HSDê û rewşa Kurdên Rojava dike.
Artêşa Nîpalê roja Yekşemê operasyonên rizgarkirinê li projeyên hîdroelektrîkê li Trishuli û Rasuwa yên ku ji ber lehiyê wêran bûne, zêde kirine, ku tê de bi sedan karker di tunelan de asê mane.
Li gundê Me’şûq ê gundewarê Çil Axa, Hiznîya Osman, ku bi navê "Keça Kurda" tê nasîn, muzexaneyeke biçûk di mala xwe de çê kiriye ku amûrên keleporî, antîk û cilên gelêrî yên Kurdî nîşan dide. Raporta Îvan Hesîb bêhtir zanyarî hene.
Bajarê Akrê yê Herêma Kurdistanê xwedî kolanên kevin û ciwan e ku bi awayekî rojane bala serdaner û geştîyaran dikişîninû hin rûniştvanên bajêr malên xwe kirine tabloyên hunerî yên ciwan.
Êrîşên Îranê li ser Herêma Kurdistan Îraqê ku bandoreke mezin li ser gelek alîyên jiyanê kirin, bûne cihê nerazîbûna xelkê Herêmê. Ew dibêjin ku pêwîst hikûmeta Îraqê bi erkê xwe rabe û axa herêmê biparêze. Raporta Rêjîn Ehmed bêhtir agahî hene.
Nûçeyên Cîhanê ji Dengê Amerîka
Sîyasetmedarê navdar ê Kurd Mehdî Zana, ku doh Şemîyê di 86 salîya xwe de li Amedê koça dawî kir, li pêş avahîya şaredarîya bajêr bi merasîmekê hate oxirkirin û piştre li goristana Yenikoyê bi axê hat sipartin. Raporta Xecîcan Farqîn bêhtir zanyarî hene.
Hecî Ferest Çemcanî, ku xwedîyê aşekî çêkirina tehîna kezwanên ku deverên çiyayî yên navçeya Amêdîyê pê naskirî ne, behsa proseya çêkirina tehînê dike. Raporta Xetab Omer, bêhtir zanyarî hene.
Sazîya Zarokên Îraqî (ICF) Şemîyê çalakîyeke maratonê li Washingtona paytexta ji bo alîkarîya zarokan li Îraqê pêk anî. Hejmareke welatîyên Amerîkî û Îraqî di vê çalakîyê de beşdar bûn.
Nûçeyên Cîhanê ji Dengê Amerîka