US Agency for Global Media

News and Information from Around the World

Clear all
30 Aug 2026, 17:03 GMT By Rêjîn Ehmed

Êrîşên Îranê li ser Herêma Kurdistan Îraqê ku bandoreke mezin li ser gelek alîyên jiyanê kirin, bûne cihê nerazîbûna xelkê Herêmê. Ew dibêjin ku pêwîst hikûmeta Îraqê bi erkê xwe rabe û axa herêmê biparêze. Raporta Rêjîn Ehmed bêhtir agahî hene.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
30 Aug 2026, 16:59 GMT By Xecîcan Farqîn

Sîyasetmedarê navdar ê Kurd Mehdî Zana, ku doh Şemîyê di 86 salîya xwe de li Amedê koça dawî kir, li pêş avahîya şaredarîya bajêr bi merasîmekê hate oxirkirin û piştre li goristana Yenikoyê bi axê hat sipartin. Raporta Xecîcan Farqîn bêhtir zanyarî hene.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
30 Aug 2026, 14:37 GMT By Xetab Omer

Hecî Ferest Çemcanî, ku xwedîyê aşekî çêkirina tehîna kezwanên ku deverên çiyayî yên navçeya Amêdîyê pê naskirî ne, behsa proseya çêkirina tehînê dike. Raporta Xetab Omer, bêhtir zanyarî hene.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
29 Aug 2026, 19:29 GMT

Sazîya Zarokên Îraqî (ICF) Şemîyê çalakîyeke maratonê li Washingtona paytexta ji bo alîkarîya zarokan li Îraqê pêk anî. Hejmareke welatîyên Amerîkî û Îraqî di vê çalakîyê de beşdar bûn.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
29 Aug 2026, 16:49 GMT By Bêrîvan Yusufî

Douglas Silliman, Balyozê berê yê Amerîka li Îraqê, behsa girîngîya peywendîyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de dike.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
29 Aug 2026, 16:46 GMT By Jîro Mîtanî

Li bajarê Girkê Legê yê Rojava ev çend roj in nanpêjxaneyên hikumetê naxebitin. Di demekê de ku rêveberîya bazirganîya hundirîn behsa bernameya başkirina nan li herêmê dike, peydakirina nan li deverê ji ber kêmbûna pereyên nû yên Sûrî bûye derdekî rojane.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
29 Aug 2026, 16:30 GMT By Ridwan Bêzar

Piştî 13 salan, malbatên windayên Kobanîyê hîn jî li zarokên xwe digerin. Di Roja Navnetewî ya Windayan de, ku dikeve 30'ê Tebaxê, ew daxwazê ji hikûmeta Sûrîyê dikin ku girîngîyê bide dosyaya windayan.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
29 Aug 2026, 15:35 GMT By Îvan Hesîb

Piştî zêdetirî salekê ji bûyerên tundûtûjîya li parêzgeha Suweyda ya Sûrîyê hîn jî bêtir 100 hezar Durzî ji mal û gundê xwe koçber bûne û di rewşeke mirovî ya dijwar de dijîn. Ew bi rêya Dengê Amerîka bang li hikûmeta Sûrîyê dikin ku rê bidin wan vegerin mal û gundên xwe.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
29 Aug 2026, 14:44 GMT By Sînor Kerîm

Li devera Çoman a Herêma Kurdistanê projeyek tê kirin ji bo vejandina xanîyên Kurdî ên resen ku bi kelpîçan tên avakirin. Ev projeya geştyarî hewl dide bi vê yekê van xanîyên kevneşop bide nasîn.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
29 Aug 2026, 12:07 GMT By Xecîcan Farqîn

Kuştina jineke 32 salî vê dawîyê li Amedê li ser destê hevjînê xwe dîsa dosyaya kuştina jinan li Bakur û Tirkîyê germ dike. Rêxistinên mafên jinan zêdebûna vê diyardeyê şermezar dikin.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
28 Aug 2026, 21:45 GMT By Sînor Kerîm

Benîştê Kurdî berhemeke xwezayî ye ku li çiyayên Kurdistanê çê dibe. Ew di destpêka havînê de dest pê dike û di meha dawî de tê berhevkirin. Hin gundîyên herêmên cuda debara xwe bi çêkirina benîşt dikin. Raporta Sînor Kerîm bêhtir zanyarî hene.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA