Nûçe û agahîyên nû yên derbarê Amerîka, herêmên kurdan û cîhanê di Bernameya Televizyonî ya 28’ê Tebaxa 2026’an de.
Select a language and narrator voice before playback.
Nûçe û agahîyên nû yên derbarê Amerîka, herêmên kurdan û cîhanê di Bernameya Televizyonî ya 28’ê Tebaxa 2026’an de.
Sûrîyên xwedî pasportên dîplomatîk êdî dikarin bê vîza derbasî Tirkîyê bibin. Peyamnêrê Dengê Amerîka li Stenbolê Eyyûp Demîr zanyarîyên bêhtir li ser vê mijarê dide.
Şêwirmendê Serokê Tirkîyê Mehmet Uçum dibêje ku piştî temambûna proseya "Tirkîya Bê Teror" divê reformên demokratîk û yasayî yên berfirehtir werin kirin. Ozlem Yasah behsa vê mijarê dike.
Rojnamevanê Dengê Amerîka Sîrwan Qiçço behsa biryara Hikûmeta Demkî ya Sûrîyê ya derbarê terxankirina waneyên bi zimanê Kurdî dike.
Şîrovekarê siyasî Dr. Azad Mihemedyanî ku li Holendayê dimîne di vê hevpeyvîna taybet de li gel Dengê Amerîka behsa kêşeyên di navbera opozisyona Kurdî û Îranî de dike.
Peyamnêrê Dengê Amerîka yê Kongrêsê Merîwan Heme zanyarîyên dawî yên derbarê gotûbêjkirina budceya Federal ji alîyê Kongrêsê ve, dide.
Peyamnêrê Dengê Amerîka li Wezareta derve Soran Xatirî nûçeyên dawî yên girêdayî çalakîyên li wezareta derve û hewlên îzolekirina aborîya Îranê radigihîne.
Payamnêrê Dengê Amerîka yê Koşka Sipî Hîwa Selam behsa nûçe û zanyarîyên dawî yên îro yên Koşka Sipî dike.
Nûçeyên Cîhanê ji Dengê Amerîka
Nûçeyên Cîhanê ji Dengê Amerîka
Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Sûrîyê biryar da ku zimanê Kurdî wekî zimanekî niştimanî li dibistanên hikûmî û taybet, li herêmên ku rêjeya Kurdan lê mezin e, were xwendin. Raporta Îvan Hesîb bêhtir agahî hene.
Serokê Sûrîyê yê demkî Ehmed Şeri’ Fermandarê berê yê Hêzên Sûrîya Demokratîk Mezlûm Ebdî wek şêwirmendê serokatîya komarê destnîşan kir. Ev biryar di nava kolan û partîyên siyasî yên Kurdî de nêrînên cuda derxistin pêş. Raporta Emced Kurdo ronî dide ser vê mijarê.
Bi sedan parçeyên şûnwarî yên gundê Şêranê yê dîrokî yê herêma Kobanîyê di navbera Sûrîyê û Frensayê de belav bûne. Xelkê Şêranê daxwaza vegerandina wan parçeyan û avakirina muzexaneyeke taybet bi gund dike.
Gelek ciwanên Kurd li herêmên Kurdên Sûrîyê dixwazin bi şêweyên cuda xizmeta civakên xwe bikin û hewil didin bi rêya medya civakî bala xelkê bikişînin ser mijarên ku ew tê de şareza ne. Delîl Silêman bi çend ciwanan re axivî û raportek amade kir.
Nûçe û agahîyên nû yên derbarê Amerîka, herêmên kurdan û cîhanê di Bernameya Televizyonî ya 27’ê Tebaxa 2026’an de.
Bexda îro di qonaxek hestiyar û çarenûsaz de de ye. Ji ber ku Amerîkayê li hemû welatên ku bazirganiyê bi Îranê re dikin gef xwarin, Îraq yek ji welatên ku herî zêde têkilîyên aborî bi Îranê re hene. Semîra Elî Mendî qala astengî û zehmetiyên di rêya Îraqê de dike.