Koşka Spî, roja Pêncşemê di daxuyanîyekê de ragihand ku niha di navbera Amerîkayê û Îranê de tu danûstandinên çalak û nû tune ne. Hîwa Selam li ber avahîyê Koşka Spî qala daxuyaniyên nû yên rêveberîya Amerîka dike.
Select a language and narrator voice before playback.
Koşka Spî, roja Pêncşemê di daxuyanîyekê de ragihand ku niha di navbera Amerîkayê û Îranê de tu danûstandinên çalak û nû tune ne. Hîwa Selam li ber avahîyê Koşka Spî qala daxuyaniyên nû yên rêveberîya Amerîka dike.
Karbidestên Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ragihand ku keştîya firokhilgir USS Theodore Roosevelt, bi tîmeke ji nêzîkî 5 hezar kesan, dê di hefteyên pêş de bi erk ber bi Rojhilata Navîn ve biçe. Soran Xatirî li ser dorpêç û sizayên aborî yên Amerîkayê yên nû li dijî Îranê pêzanînên zêdetir radigihîne.
Piştî Fermandarîya HSDê biryara hilweşandina xwe da, niha çav li ser çarenûsa Yekîneyên Parastina Jinê YPJ'ê ne. Îvan Hesîb ji Qamîlo zanyarîyan derbarê wê pirsê radigihîne.
Berpirsên Tirkîyê piştî ku Hêzên Sûrîya Demokratîk HSDê li Sûriyê biryara xwe hilweşandinê da daxuyanîyên cuda ragihandin. Tirkîye pêngava hilweşandina HSDê baş dibîne. Ozlem Yasak Pêzanînên zêdetir dide.
Li bajarê Amûdê, Dêra Mar Elyas hîn jî di nav kolanan de hazire, daku dîroka Kristiyanan li vî bajarî zindî bihêle. Ev dêra ku di sala 1927'an de hatibû avakirin, ne tenê cihê perwerdeyê û olparêzîya Kristyanan ne, lê ew dibe şahida pêkvejiyana civakên li herêmê.
Hêlîn Hemê, keçeke Kurd a 22 salî ji bajarê Amûdê ye, wê dest bi projeyek perwerdehiyê ya ji bo ajokarên jin kiriye. Wê heta niha bi dehan jin fêrî pîşeya ajotina otombîlan kirîye.
Xwendingeha dîrokî ya Qûbehan li Sîlava Amêdîyê sembola roşenbîrî, zanist û bajêrvanîyê bûye li herêma Badînan û bi taybet di serdemê Mîrgeha Badînan de. Lê mixabin xwandingeh niha xirabe û kavil maye.
Piştî biryara hilweşandina Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê, ev mijar di nava Kurdan de li Herêma Kurdistanê bûye ciyê danûstinên cuda, hin kes li gor rewşa siyasî baş dibînin û hin jî dibêjên ne li astê qurbanî û xebata Kurdan e.
Piştî ku di mehên dawî de Mihemed Sam'an ji pêkhateya Tirkmenan posta parêzgarê Kerkukê wergirt, ji wê demê ve tevger û helwestên parêzgar ên derbarê bajêr de bûne mijara rexne û gotûbêjan di nava rûniştvanên Kerkukê de. Raporta Diyar Cemal zêdetir ronî dide ser mijarê.
Piştî ku qanûna Çarçoveyî li Tirkîyê bi şêweke giştî hat pejirandin, gelek gengeşe li ser tên kirin, niha ankêt û rapirsî derbarê proseyê tên encamdan. Ozlem Yasak qala wan ankêt û rapirsîyan dike.
Li Tirkîyê Qanûna Çarçoveyî di qonaxên cuda de derbas dibe, Eyyûp Demîr ji Stenbolê qala hin qonax û daxuyaniyên nû yên derbarê qanûnê de dike.
Reuters raportek weşand û dibêje ku Kurdên Sûriyê ji tevlîbûna HSD'ê ya Hikûmeta Sûriyê kêfxweşin. ڕaportên ji herêmê jî dibêjin li ser wê bûyerê nêrînên cuda hene. Di raportê de zanyarîyên zêdetir hene.
Biryara hilweşandina Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê ne tenê li rojava, lê di heman demê de li beşên din ên Kurdistanê jî bi nîgeranî tê dîtin. Dr. Ebas Welî, Lêkolerê Pirsên Siyasî û Civakî li Stenbolê, li ser vê mijarê diaxive.
Biryara dawînaîna erka Hêzên Sûrîya Demokratîk HSD'ê bûye mijara rojê di nava Kurdan de. Dr. Serbest Nebî Mamosteyê Zanîngeha Koyê nêrînên xwe derbarê mijarê parve dike.
Çima her du Civat a Nûneran û Civata Senatorên Amerîkî pêdivî ye ku heman pêşniyaqanûna îmze bikin berî bibe qanûn. pesend bikin berî ku ew bibe qanûn? Di vê raporê de, Meriwan Heme li ser wan kevneşopîyên qanûnî yên destûra Amerîkayê radiweste.
Biryara Amerîkayê ya zêdekirina fişarên aborî li ser Îranê û îzolekirina wê, ji alîyê civaka navnetewî ve bi erênî tê dîtin. Areş Salh di vê raportê de zêdeteri zanyarîyan li ser mijarê dide.
Hejmarek Rûniştvanên bajarê Kobanîyê nêrîna xwe derbarê biryara hilweşandina HSD'ê tînin ziman.
Kurdên li Belcîkayê û li Ewrupa dijîn, Festîvalek Çanda Kurdî lidar xistin, di festîvalê de gelek çalakî hebûn, çanda kurdî ji pir alîyan ve nîşa temaşevan û Ewrupiyan dida.
Gundê Mêrgetî li parêzgeha Duhokê yek ji hezaran gundên Kurdistanê bûye yên ku ketîne ber operasyonên Enfalan. Rêjîn Ehmed di raportê de çîroka qurbanîyên gund di Enfalên reş de behs dike.
Kurdên Rojava piştî biryara hilweşandina HSD'ê û tevlîbûna nava saziyên dewleta Sûrîyê nêrînên xwe tînin ziman.