Serokê Demkî yê Sûriyê Ehmed Şer'i û Fermandarê HSD'ê Mezlûm Ebdî pêşwazî li biryara Amerîkayê kir ku Sûriyê ji lîsta welatên piştgirên terorê derxist. Emced Kurd ji Qamişlo qala reaksyon û nêrînên ser mijarê dike.
Select a language and narrator voice before playback.
Serokê Demkî yê Sûriyê Ehmed Şer'i û Fermandarê HSD'ê Mezlûm Ebdî pêşwazî li biryara Amerîkayê kir ku Sûriyê ji lîsta welatên piştgirên terorê derxist. Emced Kurd ji Qamişlo qala reaksyon û nêrînên ser mijarê dike.
Rewşa Kurdên Sûriyê û Yekhelwestîya wan di qonaxa veguhêz a Sûriyê de dê bi çi rengî be? Parêzer Abdullah Îmam ji Almanyayê vê mijarê dinirxîne.
Soran Xatirî Peymanêrê Dengê Amerîka li Wezareta Derve Pêzanînên Zêdetir derbarê rojeva siyasî ya Wezareta Derve ya Amerîkayê Radigihîne.
Encamên dorpêçên nû yên Amerîkayê yên li dijî Komara Îslamî ya Îranê, karîgerîyên xwe yên rasterast li ser Îraqê bi giştî û li ser Herêma Kurdistanê bi taybetî hene. Dr. Mihemed Salih, lêkolerê payebilind ê Enstîtuya Lêkolînên Siyaseta Derve li Virginia, mijarê dinirxîne.
Amerîkayê dest bi operasyonên Îzolekirina Îranê kirîye û Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje, Rejîma Îranê ber bi ketinê ve diçe. Areş Salih ser mijarê pêzanînên zêdetir dide.
Piştî bidawîbûna şerê 8 salî yê di navbera Îraq û Îranê de, rejîma Ba'is bi hemû hêzên xwe ve, li Kurdistanê dest bi opresyonên Enfalan kir. Dawîya Tebaxa 1988ê artêşa Îraqê destg bi qonaxa Enfalkirina herêma Badînan kir. Çîrokên qurbanîyan di raporta Rêjîn Ehmed de.
Diyarî, xortekî ji Ranyayê ye, ku ji derdê nexweşiyan dikişîne û debara xwe bi firotina avê derbas dike, dibêje ku ew rojane tenê 2,000 heta 3,000 dînaran qezenc dike.
Li Îraqê, dema nakokiyên siyasî derdikevin holê, yekem bajarê ku bedela nakokiyan dide parêzgeha Kerkûkê ye, welatî û rayedar dibêjin van nakokiyan bandorek neyînî li ser ewlehî, aramiya aborî û xizmetguzariyan heye.
Piştî hilweşîna rejîma Esed nexweşxaneya niştimanî ya Qamişlo ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ve hate nûjenkirin, û piştre bi Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ve hate girêdan. Niha Nexweşxane bê pere xizmeta nexweşan dike.
Nêzîkî çar mehan e ku her du aliyên şandeya hevbeş a Kurd li Sûriyê, Partîyên Encûmena Niştimanî ya Kurd û Partîyên Yekîtîya Niştimanî, neciviyane. Pêzanînên zêdetir di raporta Îvan Hesîb de.
Hunermendên Kurd weke çalakîyek kevneşopî li Ewrupayê Reşmal (Konê Reş) ê Çanda Kurdî vedigirin bi armanca ku alav û çanda Kurdî ya kevneşopî bi Ewrupî û nifşên nû yên Kurdan bidin naskirin.
Peyamnêrê Dengê Amerîka yê Kongrêsê Merîwan Heme zanyarîyên dawî yên derbarê fişarên aborî yên Rêveberîya Trump li ser Îranê dide.
Peyamnêrê Dengê Amerîka li Wezareta derve Soran Xatirî nûçeyên dawî yên girêdayî operasyona îzolekarina aborî ya Amerîka li dijî Îranê dide.
Peyamnêrê Dengê Amerîka li Stenbolê Eyyûp Demîr zanyarîyên dawî li dor civîna yekem a encûmena bilind a Qanûna Çarçoveyî dide.
Li bajarê Heleb ê Bakurê Sûrîyê, projeya nûavakirina bazara kevin a bajêr dest pê kiriye. Bazar kevin a Helebê nûneratîya nasname û dîroka kevnar a bajêr dike. Fatima Sindî zanyarîyên bêhtir dide.
Rojnamevanê Karûbarên Aborî Silêman Taşan ji Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê behsa vê gera dawî ya cezayên Amerîka yên dijî Îranê dike.
Dadgeha Cezayan a Çaremîn li Şamê îro Duşemê miftîyê berê yê Sûrîyê, Ehmed Bedredîn Hesûn, bi zîndana hetahetayê ceza kir. Emced Kurdo agahîyên dawî dide.
Hikûmeta demkî ya Sûrîyê îro Duşemê cezayê zindana hetahetayî li miftîyê berê yê Sûrîyê Ehmed hesûn birî. Ev cezakirin ji ber rola Hesûn di tawanên dema şerê navxweyî yê Sûrîyê de hate dayîn. Parêzer Îmran Mensûr dosyaya dadwerîya veguhêz li Sûrîyê dinirxîne.
Dergehê Amêdîyê li navçeya Behdînan yek ji şûnwarên dîrokî yên Herêma Kurdistanê ye ku bi cih, taybetmendî û razên xwe bala geştîyar û serdaneran dikişîne. Rêjîn Ehmed di vê raportê de ronî dide ser beşekî ji dîroka vî dergehî.
Di derbarê derbasbûna Qanûna Çarçoveyî de li Tirkîyê, Kurdên wî welatî dibêjin ku ew dixwazin li herêmên wan aştîyeke mayînde û bi rûmet pêk were. Raporta Eyyûp Demîr ronî dide ser vê mijarê.