Li navçeya Bitwêne ya Herêma Kurdistanê demsala çinîna gulberojan êdî destpê kiriye. Gulberoj yek ji berhemên serekî yên vê deverê ne.
Select a language and narrator voice before playback.
Select a language for this clip.
Li navçeya Bitwêne ya Herêma Kurdistanê demsala çinîna gulberojan êdî destpê kiriye. Gulberoj yek ji berhemên serekî yên vê deverê ne.
Tevî kêmbûna derfetên darayî, li gundê Kêşkê yê parêzgeha Hesekê li Rojava qehremanîyeke futbolê hate lidarxistin. Bi alîkarîya rûniştvanên gund û hinek rêxistinên sivîl, qehremanî li lîstikgeha gund birêve çû.
Rayedarên Amerîkî dibêjin wan planeke ku bi îlhama Daişê ji bo êrîşa li avahîya parlemana wîlayeta New Yorkê hatibû amadekirin, pûç kiriye. Jineke 35 salî ya ji Albany bi plana teqandina avahîya parlemanê û kuştina qanûndaneran tê tawanbarkirin.
Di 20 salên dawî de weberhênanên biyanî li Tirkîyê kêm bûne. Pispor sedema vê yekê bi rewşa sîyasî û xirabûna aborîyê ve girê didin.
Peyamnêrê Dengê Amerîka li Stenbolê Eyyûp Demîr agahîyên dawî yên li dor girjîyên di navbera Tirkîyê û Îsraîlê de dide.
Pispora Karûbarên Navnetewî Leyla Mirwetî ku li Finlendayê dimîne di hevpeyvîneke taybet de li gel Dengê Amerîkayê behsa cezayên aborî yên dawî yên Amerîka li ser Îranê dike.
Payamnêrê Dengê Amerîka yê Koşka Sipî Hîwa Selam behsa bername û çalakîyên îro yên Koşka Sipî dike.
Bi hezarên ciwanên Kobanîyê di hewildana qazanckirina pereyan li ser internetê dibin qurbanîyên App’ên sexte û pereyên xwe ji dest didin. Pispor dibêjin ku ev rewş encama şer û bêkarîyê ye, û daxwaz dikin ku bi awayên qanûnî rê li pêş van App’an bê girtin.
Şerkerê Kurd ê navdar Namo Fazil li bajarê Las Vegasê yê Wîlayeta Nivadayê tevlî pêşbazîyeke navdar bû û herçendî ew di pêşbirka dawî de bi ser neket jî, hezkerên wî yên Kurd dibêjin ew her dimîne qehremanê wan. Raporta Bîta Meşayexî bêhtir zanyarî hene.
Koma Jorda ya muzîka Kurdî li ser cadeyên Brûkselê stranên Kurdî pêşkêş kirin. Endamên komê dibêjin ew dixwazin performansa wan bala geştîyaran bikişîne û pirsan li dor muzîka Kurdî derxe pêş. Raporta Hemîd Mistefa bêhtir zanyarî hene.
Bi amadebûna bi hezaran welatî, li parka Azadî ya Qamişlo, ahenga sedsalîya damezirandina bajêr hat lidarxistin. Di vê ahengê de, fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk Mazlûm Ebdî û nûnerê Hikûmeta Sûrîyê Ehmed Hîlalî jî amade bûn. Raporta Emced Kurdo ronî dide ser vê boneyê.
Malbata Bidrosiyan a Ermenî ya herî navdar li bajarê Qamişlo, zêdetirî 460 salan e pîşeya çêkirina kûpan didomîne. Bav û kalên wan di sala 1915’an de ji bajarê Sasonê yê Tirkîyê reviyane û li qeraxên çemê Cexceqê bi cih bûne. Îvan Hesîb ronî dide ser çîroka wan.
Serokatîya Amerîka û Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku ewê fişraên dijawr û tundtir danin ser Îranê û ew welat û alîyên bi Îranê re bazirganîyê dikin. Ev biryara Amerîkayê rasterast dê bandorê li Herêma Kurdsitanê bik. Diyar Cema ji Hewlêr sedeman zelal dike.
Hunera dengbêjîyê, Siyaçeman, mûzîk û stranên taybet yên Hewramî, wekî yek ji çandên dengî yên herî rastîn û kevnar ên Kurdistanê ne, lê gilî hene ku giringî bi wê hunerê û dengbêjên wê nayê dayîn, ew huner li ber nemanê ye.
Piştî êrîşa Îsraîlê ya ser bingeheke hêzên esmanî li bakurê Sûriyê, girjîyên di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de zêde bûne. Eyyûp Demîr ji Stenbolê, ser wê mijarê pêzanînên zêdetir radigihîne
Qamişlo bajarê herî mezin ê Kurdên Rojava ye, di sedsalîya bajêr de gelek çalakî hatine lidarxistin û ew çalakî dom dikin. Tê çaverêkirin ku di şahîya li Parka Azadî de, girseya gel û berpirsên Rêveberîya Xweser û Hikûmeta demkî ya Sûrîyê beşdarî ahengê bibin.
Simaqa devera Zêbarî li Akrê ya Herêma Kurdistanê ne tenê behemeke çandinî, bazirganî, û aborî ye, belê ew beşeke ji nasname û kultûra deverê. Lê Îsal berhema simaqê kêm bûye. Raporta Rêjîn Ehmed bêhtir zanyarî hene.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyameke tund de ku li ser hesabê wî yê fermî yê Truth Social hate weşandin, destpêkirina "operasyona aborî ya herî kujer" a dîrokê li dijî Komara Îslamî ya Îranê ragihand. Semîra Elî Mendî bêhtir zanyarî hene.
Rûniştvanekî navçeya Erbet a parêzgeha Silêmanîyê ji ber qelewbûnê û nexweşîyên cûrbicûr di rewşeke tenduristîya nebaş re derbas dibe û rewşa darayî ya xerab rê li ber çareserîyan girtiye. Raporta Diyar Cemal ronî dide ser çîroka wî.
Hunermendê Kurd Orhan Onuk di pêşengeheke şêwekarîyê de li Stenbolê bi firçe û behreya xwe bala serdaneran dikişîne. Onuk dibêje ku ew xeyalên xwe yên welêt bi wêneyan ji nû ve vedijîne. Raporta Eyyûp Demîr ronî dide ser vê pêşangehê.