Nûçeyên Cîhanê ji Dengê Amerîka
Select a language and narrator voice before playback.
Nûçeyên Cîhanê ji Dengê Amerîka
Piştî bidawîbûna şerê 8 salî yê di navbera Îraq û Îranê de, rejîma Ba'is bi hemû hêzên xwe ve, li Kurdistanê dest bi opresyonên Enfalan kir. Dawîya Tebaxa 1988ê artêşa Îraqê destg bi qonaxa Enfalkirina herêma Badînan kir. Çîrokên qurbanîyan di raporta Rêjîn Ehmed de.
Diyarî, xortekî ji Ranyayê ye, ku ji derdê nexweşiyan dikişîne û debara xwe bi firotina avê derbas dike, dibêje ku ew rojane tenê 2,000 heta 3,000 dînaran qezenc dike.
Nûçeyên Cîhanê ji Dengê Amerîka
Li Îraqê, dema nakokiyên siyasî derdikevin holê, yekem bajarê ku bedela nakokiyan dide parêzgeha Kerkûkê ye, welatî û rayedar dibêjin van nakokiyan bandorek neyînî li ser ewlehî, aramiya aborî û xizmetguzariyan heye.
Piştî hilweşîna rejîma Esed nexweşxaneya niştimanî ya Qamişlo ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ve hate nûjenkirin, û piştre bi Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ve hate girêdan. Niha Nexweşxane bê pere xizmeta nexweşan dike.
Nêzîkî çar mehan e ku her du aliyên şandeya hevbeş a Kurd li Sûriyê, Partîyên Encûmena Niştimanî ya Kurd û Partîyên Yekîtîya Niştimanî, neciviyane. Pêzanînên zêdetir di raporta Îvan Hesîb de.
Hunermendên Kurd weke çalakîyek kevneşopî li Ewrupayê Reşmal (Konê Reş) ê Çanda Kurdî vedigirin bi armanca ku alav û çanda Kurdî ya kevneşopî bi Ewrupî û nifşên nû yên Kurdan bidin naskirin.
Geştiyarên tên bajarê Mîlano yî Îtalya, dema diçin meydana (Victoria Manual) li navenda bajêr yê ku bixwaze bextê xwe biceribîne, divê 5 caran li ser panîya pê xwe bizivire, yê ku karî 5 caran bizivire û nekeve ew xwedî bextek spîye.
Peyamnêrê Dengê Amerîka yê Kongrêsê Merîwan Heme zanyarîyên dawî yên derbarê fişarên aborî yên Rêveberîya Trump li ser Îranê dide.
Nûçe û agahîyên nû yên derbarê Amerîka, herêmên kurdan û cîhanê di Bernameya Televizyonî ya 24’ê Tebaxa 2026’an de.
Peyamnêrê Dengê Amerîka li Wezareta derve Soran Xatirî nûçeyên dawî yên girêdayî operasyona îzolekarina aborî ya Amerîka li dijî Îranê dide.
Peyamnêrê Dengê Amerîka li Stenbolê Eyyûp Demîr zanyarîyên dawî li dor civîna yekem a encûmena bilind a Qanûna Çarçoveyî dide.
Li bajarê Heleb ê Bakurê Sûrîyê, projeya nûavakirina bazara kevin a bajêr dest pê kiriye. Bazar kevin a Helebê nûneratîya nasname û dîroka kevnar a bajêr dike. Fatima Sindî zanyarîyên bêhtir dide.
Rojnamevanê Karûbarên Aborî Silêman Taşan ji Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê behsa vê gera dawî ya cezayên Amerîka yên dijî Îranê dike.
Dadgeha Cezayan a Çaremîn li Şamê îro Duşemê miftîyê berê yê Sûrîyê, Ehmed Bedredîn Hesûn, bi zîndana hetahetayê ceza kir. Emced Kurdo agahîyên dawî dide.