US Agency for Global Media

News and Information from Around the World

Clear all
24 Aug 2026, 19:44 GMT By Sîrwan Qiço

Hikûmeta demkî ya Sûrîyê îro Duşemê cezayê zindana hetahetayî li miftîyê berê yê Sûrîyê Ehmed hesûn birî. Ev cezakirin ji ber rola Hesûn di tawanên dema şerê navxweyî yê Sûrîyê de hate dayîn. Parêzer Îmran Mensûr dosyaya dadwerîya veguhêz li Sûrîyê dinirxîne.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
24 Aug 2026, 18:08 GMT By Rêjîn Ehmed

Dergehê Amêdîyê li navçeya Behdînan yek ji şûnwarên dîrokî yên Herêma Kurdistanê ye ku bi cih, taybetmendî û razên xwe bala geştîyar û serdaneran dikişîne. Rêjîn Ehmed di vê raportê de ronî dide ser beşekî ji dîroka vî dergehî.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
24 Aug 2026, 15:38 GMT By Eyyûp Demîr

Di derbarê derbasbûna Qanûna Çarçoveyî de li Tirkîyê, Kurdên wî welatî dibêjin ku ew dixwazin li herêmên wan aştîyeke mayînde û bi rûmet pêk were. Raporta Eyyûp Demîr ronî dide ser vê mijarê.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
24 Aug 2026, 12:26 GMT By Ridwan Bêzar

Mistefa Sexîr, Şervanê berê yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê, dema ku li bajarê Ra’î yê bakur rojhilatê Sûrîyê, ji alîyê çekdarên Artêşa Nîştimanî ve tê girtin, ew rastî êşkenceyê tê û çavên xwe ji dest dide. Niha, xewna wî ew e ku çavên wî vebin û zarokên xwe bibîne.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
24 Aug 2026, 12:26 GMT By Xecîcan Farqîn

Li bajarê Amedê şaredarîyê ji bo jinan zevîyek ji bo bostanekî sebze û şînkayîyê terxan kiriye, ku gelek jin di çarçoveya vê projeyê de beşdarî proseya çandinîyê heta çinînê dibin. Xecîcan Farqîn serdana Bostanê Bajêr kir û raportek amade kir.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
23 Aug 2026, 18:51 GMT

Wezareta Cengê ya Amerîkayê dîmenên firîna komeke firokên cengê weşand ku li esmanê Washingtona paytext tên dîtin, di dema ku Pêşbirkeya dîrokî ya Indycar Freedom 250 bi amadebûna serok Trump dest pê kir.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
23 Aug 2026, 18:04 GMT

Roja Yekşemê bi hezaran kes li kolnanên Washingtona paytext li benda pêşbirkeya otomobîlan bûn ku di bîranîna 250 salîya Serxwebûna Amerîkayê de tê encamdan. Serok Donald Trump û Xanima Yekê Melania Trump û gelek berpirsên Hikûmeta Amerîkayê di merasîmê de amade bûn. #freedom250 #indycar250

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA