Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Jared Kushner dibêje ku bala Serok Trump niha li ser zexta aborî ya li ser Îranê û dorpêça deryayî li Tengava Hurmuzê ye. Û serok her tim israr kiriye ku divê Îran nebe xwedî çekên navokî.
Select a language and narrator voice before playback.
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Jared Kushner dibêje ku bala Serok Trump niha li ser zexta aborî ya li ser Îranê û dorpêça deryayî li Tengava Hurmuzê ye. Û serok her tim israr kiriye ku divê Îran nebe xwedî çekên navokî.
Festîvala Deşta Hewlêrê bi amadebûna hejmareke mezin ji gundî û welatiyên bajêr hate lidarxistin. Di festîvalê de gelek çalakîyên kevneşopî yên weke hespsiwarî, Xwarinên Kurdî û karên destî yên jinan hatin pêşkeşkirin.
Bajarê Kobanî di warê xizmetguzariyê de bi pirsgirêkên mezin û kêmasiyên giran re rû bi rû ye. Şaredariya bajêr jî dibêje ku derfetên pêwîst nînin. Di Raporta Ridwan Bêzar de, zanyarîyên bêhtir hene.
Bi boneya 100 saliya damezrandina Qamişlo, 15 hunermendên wênesaz beşdarî komxebateke vekirî dibin da ku hezkirina xwe ji bo vî bajarî bi reng û tabloyên bijarde derbibirin.
Îran fişarên xwe li ser Herêma Kurdistanê bi êrîşên mûşek û dronan zêde dike û li ser Îraqê bi giştî zextên siyasî bikar tîne. Şarezayê Siyasî Helmet Palanî girjiyên li herêmê û zextên Îranê li ser herêmê şirove dike.
Piştî ku êrîşên dronan bo ser Pîrmam ku ofîsên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û serokê Dezgeha parastinê lê dimînin, reaksyonên cuda derketin holê. Diyar Cemal ji Hewlêrê pêzanînên nû radigihîne.
Serokomarê Tirkîyê di hevpeyvînekê ya bi kanala 'Al-Jazeera' re got ku ew bi Kurdên li herêmê dijîn re têkilîyên xwe xurt bikin û alîkarîya wan bikin. Eyyûp Demîr ji Stenbolê zêdetir ser daxuyanîyên Erdogan diaxive.
Serok Donald Trump peymana nû ya berevaniya hevbeş ya di navbera Tirkîyê, Erebistana Saûdî û Pakistanê de pêşwazî kir û ew wek "gaveke yekem a mezin, wêrek û girîng" bi nav kir.
Şêwirmendê Bilind ê Serokê Amerîkayê Jared Kushner îro Duşemê, li Orşelîmê(Quds) bi Serokwezîrê Israîl Benjamin Netanyahu re civiya da ku plana Serok Donald Trump ji bo dawîkirina şerê Xezayê danûstandinan bikin û plana aştîyê pêş bixin.
Nivîskarê naskirî Konê Reş roleke berbiçav di parastina folklor, edebiyat û dîroka kurdî de lîstiye, û yek ji wan kesan e ku navên wan bi dîroka bajarê Qamişlo û mîrateya Bederxaniyan e ve girêdayî ye. Ev raport di salvegera sedsalîya bajarê Qamişlo de, rola Konê Reş pêşçav dike.
Bajarê Mîlano yê Îtalî, yek ji bajarên Ewropa yên herî zêde bala geştiyaran dikişîne, her salê bi milyonan geştiyar tên vî bajarî, lê rewşa xirab ya aborîya Ewropayê bandor li jiyana xelkê bajêr û bazaran kiriye.
Bi hezaran girtîyên siyasî niha di zindanên Tirkîyê de ne, ku yek ji wan jî Siyasetmedarê Kurd yê naskirî Selahattîn Demîrtaş e. Pirsa sereke ewe ku gelo Qanûna Çarçoveyî wê li pêşîya derketina Demîrtaş rê veke an na?
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro roja Duşemê ragihand ku divê Îran bi ti awayî nebe xwedîya çekên navokî. Trump herwiha got, ku divê Îran ala sipî hilde û radest bibe.
Bawermendên Kakeyî yên li gundewarê Hewramanê dijîn, Daxwaza avakirina navende olî taybet bo bawermendên Kakeyî li herêmê ava bikin.
Tevgera Îslamî ya siyasî li Herêma Kurdistanê di paşveçûn û bêbawrîya gel de ye, ji ber vê yekê ew nekarîne xizmeta doza Kurdî bikin û li gorî analîstên siyasî, nebûna zelaliyê di bernameyên wan de sedema windakirina dengê gel e.
Ebû Eymen xiristiyanekî Keldanî yê bajarê Zaxoyê ye ku nîva temenê xwe ji bo komkirina kelûpelên kelepora ayîn û neteweyên cuda yên herêmê terxan kiriye. Raporta Xetab Omer zanyarîyên bêhtir hene.
Duwanzdeh salan piştî komkujîya gundê Koço yê Şingalê, rizgarbûya ji nav destên Daişê Hedîye Xidir, ku vegeriyaye gundê xwe, çîroka revandin, îşkence û êşên xwe ji Dengê Amerîkayê re vedibêje.
Rojên şer û dorpêça li ser Kobanîyê bandor li ser xwendekarên bajêr kir, lê tevî wê jî, hin xwendekarên wekî Elî Mihemed Qadir di xwendina xwe de serkeftî ne. Raporta Ridwan bêzar zanyarîyên bêhtir hene.
Li bajarê Qamişlo, niştecih ji ber nebûna bankeke xwînê zehmetyan dikişînin û zîyan gihiştîye sektora tenduristîyê. Vê yekê bi taybetî rewşa nexweşên talasîma û penceşêrê xerabtir kiriye. Raporta Îvan Hesîb bêhtir agahî hene.
Zêdebûna Giringîya Tengava Hormuzê di Opresyonên Leşkerê Amerîkayê de, Areş Salih di vê raportê de pêzanînên zêdetir radigihîne.