Li navçeya Bitwêne ya Herêma Kurdistanê demsala çinîna gulberojan êdî destpê kiriye. Gulberoj yek ji berhemên serekî yên vê deverê ne.
Select a language and narrator voice before playback.
Li navçeya Bitwêne ya Herêma Kurdistanê demsala çinîna gulberojan êdî destpê kiriye. Gulberoj yek ji berhemên serekî yên vê deverê ne.
Nûçeyên Cîhanê ji Dengê Amerîka
Tevî kêmbûna derfetên darayî, li gundê Kêşkê yê parêzgeha Hesekê li Rojava qehremanîyeke futbolê hate lidarxistin. Bi alîkarîya rûniştvanên gund û hinek rêxistinên sivîl, qehremanî li lîstikgeha gund birêve çû.
Nûçe û agahîyên nû yên derbarê Amerîka, herêmên kurdan û cîhanê di Bernameya Televizyonî ya 21’ê Tebaxa 2026’an de.
Rayedarên Amerîkî dibêjin wan planeke ku bi îlhama Daişê ji bo êrîşa li avahîya parlemana wîlayeta New Yorkê hatibû amadekirin, pûç kiriye. Jineke 35 salî ya ji Albany bi plana teqandina avahîya parlemanê û kuştina qanûndaneran tê tawanbarkirin.
Di 20 salên dawî de weberhênanên biyanî li Tirkîyê kêm bûne. Pispor sedema vê yekê bi rewşa sîyasî û xirabûna aborîyê ve girê didin.
Peyamnêrê Dengê Amerîka li Stenbolê Eyyûp Demîr agahîyên dawî yên li dor girjîyên di navbera Tirkîyê û Îsraîlê de dide.
Peyamnêra Dengê Amerîka li Silêmanîya Herêma Kurdistanê Sînor Kerîm behsa serdana serokê Parlemana Îranê bo Îraqê û çareserîya pirsa komên çekdar dike.
Nûçeyên Cîhanê ji Dengê Amerîka
Pispora Karûbarên Navnetewî Leyla Mirwetî ku li Finlendayê dimîne di hevpeyvîneke taybet de li gel Dengê Amerîkayê behsa cezayên aborî yên dawî yên Amerîka li ser Îranê dike.
Payamnêrê Dengê Amerîka yê Koşka Sipî Hîwa Selam behsa bername û çalakîyên îro yên Koşka Sipî dike.
Bi hezarên ciwanên Kobanîyê di hewildana qazanckirina pereyan li ser internetê dibin qurbanîyên App’ên sexte û pereyên xwe ji dest didin. Pispor dibêjin ku ev rewş encama şer û bêkarîyê ye, û daxwaz dikin ku bi awayên qanûnî rê li pêş van App’an bê girtin.
Nûçeyên Cîhanê ji Dengê Amerîka
Şerkerê Kurd ê navdar Namo Fazil li bajarê Las Vegasê yê Wîlayeta Nivadayê tevlî pêşbazîyeke navdar bû û herçendî ew di pêşbirka dawî de bi ser neket jî, hezkerên wî yên Kurd dibêjin ew her dimîne qehremanê wan. Raporta Bîta Meşayexî bêhtir zanyarî hene.
Koma Jorda ya muzîka Kurdî li ser cadeyên Brûkselê stranên Kurdî pêşkêş kirin. Endamên komê dibêjin ew dixwazin performansa wan bala geştîyaran bikişîne û pirsan li dor muzîka Kurdî derxe pêş. Raporta Hemîd Mistefa bêhtir zanyarî hene.