US Agency for Global Media

News and Information from Around the World

Clear all
11 Aug 2026, 17:59 GMT

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê di hevpeyvîneke telefonî de ligel televîzyona 'Real America’s Voice" li ser çend mijaran axivî. Wî got, li hember Îranê sê bijarde hene; berdewamkirina rewşa niha, êrîşên leşkerî yên tundtir û berdewamkirina zextên aborî.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
11 Aug 2026, 17:05 GMT By Huner Ehmed

Li Îraqê qonaxeke nû ya girtina gumanbarên gendeliyê dest pê kiriye, niha fermana girtinê ji bo Ehmed Esedî Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî yê di dema hikûmeta Sûdanî de derçûye, waliyê berê yê Tikrîtê û sekreterê giştî yê partiya "Cemahîrî ya Niştîmanî" Ebû Mazin ahtîye girtin.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
11 Aug 2026, 16:06 GMT By Ferhan Hamaxan

Li gundê Hewarî ku rûniştvanên wî ji bawermendên Kakeyî ne, xaniyekî kevin ê biçûk bi pêşxerîya Hunermend Erdelan Kakeyî ve dibe gelêrîyek wêneyan da ku dîroka Kakeyîyan were parastin.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
11 Aug 2026, 15:31 GMT By Ridwan Bêzar

Piştî ku roja Duşemê 10ê Tebaxê 410 malbatên Kurd yên derbider ên Serê Kanîyê gihiştin bajêr, rastî êrîşên tundiyê yên hin kes û grûpan hatin. Li bajarê Kobanîyê ew êrîş di xwepêşandaneke girseyî de hat şermezar kirin û daxwaza parastina Kurdan hat kirin.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
11 Aug 2026, 00:04 GMT

Senatorê Komarî yê Teksasê (Texas) Ted Cruz got ku Kurd hevalbendên dilsoz ên Amerîkayê ne û di gelek şer û pevçûnan de hevbeş bûn, dikarin bibin beşek ji lawazkirina Komara Îslamî ya Îranê.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
11 Aug 2026, 00:00 GMT

Li welatê Kolombîyayê erdhejek bihêze 7.4 pile pêkhat herî kêm 47 kesan jiyana xwe ji dest da. Pêzanînên zêdetiir di raportê de hene.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
10 Aug 2026, 23:18 GMT

Zêdekirina fişarên aborî li ser Îranê di rojeva siyasî ya Amerîkayê de ye, hin Amerîkî difikirin ku bandora zêdekirin zextên aborî bo ser hikûmeta Tehranê dê ji zextên leşkerî bihêztir be.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
10 Aug 2026, 19:38 GMT By Eyyûp Demîr

Roja Duşemê qanûna çarçoveyî li parlemantoyê Tirkîye bû, ji bo ku dengdan li ser were kirin. Eyyûp Demîr, ji Stenbol, agahîyên zêdetir ser mijarê dide.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
10 Aug 2026, 16:59 GMT By Ferhan Hamaxan

Pisporên tenduristiya derûnî dibêjin ku bandorên derûnî yên kîmyabarana Helebçeyê ne tenê bandor li nifşê yekê yê rizgarbûyan kiriye, lê di heman demê de bandor li nifşê duyan jî kiriye.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
10 Aug 2026, 16:58 GMT By Emced Kurdo

Îro Duşemê yekemîn Karwanê derbiderên Serê Kanîyê ku ji 410 malbatan pêk tê, ji Kampa Waşokanî dest bi vegera ser mal û warên xwe kir li bakurê rojhiltê Sûrîyê. Raporta Emced Kurdo bêhtir agahî hene.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
10 Aug 2026, 16:29 GMT By Dîyar Cemal

Her çiqas hejîrên herêma Teq Teq a Herêma Kurdistanê bi nav û bang in jî, lê berê destpêkê yê darhejîran rastî nexweşîyerkê hatîye û cotkar dibêjin zirareke mezin gihaye wan.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
10 Aug 2026, 16:20 GMT By Îvan Hesîb

Piştî radestkirina Berhemên Genimê wezra Îsal bo hikûmeta Sûrîyê, cotkarên parêzgeha Hesekê gazinan ji wernegirtina pereyên xwe dikin. Ew dibêjin wan pêwîstî bi pereyan heye da ku xwe ji bo weza bê re amade bikin.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
10 Aug 2026, 15:06 GMT By Ridwan Bêzar

Li bajarê Kobanîyê kêmbûn û buhabûna sotemenîyê pirsgirêk di ewlehîya xwarinê de derxitine pêş. Cotkar nema çandinîyê dikin, û bandoreke neyînî li sektorên veguhestin, kargeh û tenduristîyê jî kiriye. Raporta Ridwan Bêzar bêhtir agahî hene.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
10 Aug 2026, 14:22 GMT By Eyyûp Demîr

Koma Agirê Jîyan ya muzîkê, piştî rawestana 7 salan, îsal careke din vegerîyaye ser çalakîyên xwe yên hunerî û dest bi konsertan kiriye. Endamên komê behsa serbora wê ya muzîkê dikin. Raporta Eyyûp Demîr bêhtir agahî hene.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
10 Aug 2026, 13:50 GMT By Emced Kurdo

Roja Duşemê 10ê Tebaxê bêtirî 400 malbatên Serê Kanîyê li gor peymana HSDê û Hikûmeta Demkî ya Şamê vegeriyan ser mal û cihên xwe. Peyamnêr Emced Kurdo kêlîka vegera malbatên derbider ya Serê Kanîyê bo cih û warên xwe belge dike.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
10 Aug 2026, 11:08 GMT By Emced Kurdo

Îro Duşemê 10 Tebaxê yekemîn Karwanê derbiderên Serêkanîyê ku ji 410 malbatan pêk tê, ji Kampa Waşokanî dest bi vegera ser mal û warên xwe kir. Agahîyên zêdetir di raporta Emced Kurdo de.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
9 Aug 2026, 15:05 GMT By Emced Kurdo

Li gundê Şewitî yê rojhilatê bajarê Qamişlo, du xortên Kurd navendeke perwerdekirina siwarbûna hespan ava kirine ku bala bi hezaran hezkirîyên vê werzîşê kişandiye. Raporta Emced Kurdo bêhtir agahî hene.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
9 Aug 2026, 13:10 GMT By Hemîd Mistefa

Li bajarê Duseldorfa Almanyayê salavegera koça dawî ya hunermendê naskirî Aram Tîgran hate vejandin. Di vê çalakîyê de hejmarek hunermend û hezkirîyên Tîgran amade bûn û nivîskar Kakşar Oramar pirtûka xwe ya li ser jiyana wî îmze kir.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA
8 Aug 2026, 14:36 GMT By Îvan Hesîb

Kêmbûna pereyên nû li parêzgeha Hesekê bûye sedema krîzekê di bazaran û tevgera kirîn û firotinê de. Banka Navendî ya Sûrîyê pêvajoya guhertina pereyan li Hesekê, Reqa û Dêra Zorê dirêj kiriye, lê ji ber kêmbûna navendên guhertina pereyan krîz berdewam dike.

Download original video Download metadata bundle
Video
Credit: VOA