US Agency for Global Media

News and Information from Around the World

Clear all
2 Sep 2026, 13:02 GMT

Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott Bessent îro Çarşemê ragihand ku dibe ku kompanîyên firokan, sektora deryayî û pereyên dîjîtal bibin armancên nû yên cezayên Amerîkayê. Wezîr Bessent di hevpeyvînekê de ligel kanala Fox News, piştî civîna G20 a vê hefteyê ya li Karolînaya Bakur, li ser piştgirîya Rûsyayê ya ji bo Îranê hat pirsîn û hişyarî da hemû kesî ku piştgirîya rejîma Îranê nekin. Bessent ji Fox News re got "Peyama min ji bo hemû kesî ev e: Xwe jê dûr bixin. Em hemû dixwazin ev şer bidawî bibe, û herî lez rêya qedandina vê alozîyê ew e ku ti kes ti piştgirîyê nede vê rejîmê." Ev hişyarîya Bessent rojek piştî wê yekê hat ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştgirîya xwe ya ji bo Îranê ragihand.

Download metadata bundle
2 Sep 2026, 12:09 GMT

Pakistanê roja Çarşemê ragihand ku ew bi Amerîkayê û Îranê re di nava danûstandinan de ye bi armanca bidawîanîna pevçûnên di navbera herdu welatan de. Berdevkê Wezareta Derve ya Pakistanê Tahir Endrabî di civîneke çapemenîyê de diyar kir ku serdana fermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munîr bo Tehranê di Tebaxa borî de di derbarê krîza Tengava Hormuzê de hewildanên girîng pêkanîne. Tahir Endrabî di civîna çapemenîyê ya heftane de red kir ku Bîrnameya Lihevtêgihiştinê ya di navbera Amerîka û Îranê de hatî îmzekirin, bê bênador maye. Pakistan tekez dike ku ew pabend e bi hewildanên berdewamîya danûstandinên di navbera Amerîkayê û Îranê de. Berê, Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf piştrast kir ku Pakistan bi bawerîyek mezin kar dike di çarçoveya aştîyê ya di navbera Amerîka û Îranê de, û navbenkarîya wê, hêvîya herî baş ji bo aştîyê li herêmê pêşkêş dike. Şerîf diyar kir, "Hewldanên me yên dîplomatîk ên domdar bûne sedema îmzekirina Bîrnameya Lihevtêgihiştinê, ku gavek girîng ber bi kêmkirina aloziyê û vegerandina aştiyê li herêmê temsîl dike." Hêjayî gotinê ye ku di çarçova girjîyên nû de, Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên wê li bingehên Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) xistine, di nav de "Bingehên berevanîya esmanî, sîstema radaran, bingehên hêzên deryayî, şiyanên danîna mayînan û cihên ragihandinê." Paşê Îranê diyar kir ku wan operasyoneke tolhildanê daye destpêkirin. Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi rêya platforma xwe ya Truth Social, gef xwar ku eger Îran li dijî êrîşa Amerîkayê bersivê bide, ew ê êrîşên "gelek bihêztir û dijwartir" li dijî rejîma Îranê encam bidin.

Download metadata bundle
2 Sep 2026, 11:56 GMT

Wezîrê Enerjîya Amerîkayê Chris Wright ragihand ku ew gihîştîye Venezuelayê. Wright doh êvara Sêşemê li ser platforma X’ê got ku peywendîyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên bi Venezuelayê re di warê enerjîyê de encamên baş dide. Wî tekez kir ku ev peywendî rê li ber peymanên nû yên enerjîyê vedike, derîyan ji bo kompanîyên neft û gaza Amerîkî vedike û ewlekarîya enerjîyê li herêmê xurttir dike. Wezîr Wright herwiha ragihand ku armanca sereke zêdekirina hilberîna nefta Venezuelayê ye di salên pêş de û eşkere kir ku Amerîka plan dike 30 heta 50 mîlyon bermîl nefta ku hatîye cezakirin bifroşe bazaran da ku bihayê neftê li cîhanê û li Amerîkayê daxîne.

Download metadata bundle
2 Sep 2026, 11:23 GMT

Li gorî ragihandina Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF), ku Çarşemê di platforma X'ê de weşand, Telal Mistefa Salih Bedewî, fermandarekî Beşê Ewlekarîya Leşkerî ya Hemasê li Xezayê, û Momin Se'îd Mihemed Hewarî, ku wekî endamekî Hemasê hat binavkirin, di êrîşekê de hatin kuştin. IDF'ê ragihand ku herdu kes di pêşxistina êrîşên terorê li dijî sivîlên Îsraîlî û leşkerên IDF'ê de rol hebûn û ji bo vegerandina şiyanên rêxistina çekdarî ya Hemasê dixebitîn. Li gorî daxuyanîyê, kesên hatine kuştin bi şêwekê sistematîk agirbesta heyî binpê kirine. Îsraîl dibêje êrîşa li dijî wan pêkhatî, ji bo rakirina gefekê ku nêzîk bû bihata encamdan. Di peyameke din de ku ew jî li ser X'ê hat belavkirin, hêzên Îsraîlê got ku binesazîya terorê ya Hizbullaha Libnanê li herêma Nebetîye, li başûrê Libnanê, hatiye armancgirtin. Li gorî daxuyanîyê, ev binesazî ji bo plankirin û rêvebirina êrîşên terorê li dijî sivîlên Îsraîlî û leşkerên IDF'ê di herêma ewlehîyê de dihat bikaranîn. Îsraîlê diyar kir ku êrîşên li başûrê Libnanê piştî ku Hizbullah du dronên bi madeyên teqemenî ve ber bi leşkerên IDF'ê ve şandibûn, hatin kirin.

Download metadata bundle
2 Sep 2026, 00:05 GMT

Wezareta Navxweyî ya welatê Behreynê îro Sêşemê Hişyarîyek ji bo gefên muhtemel da welatîyên xwe. Wezaretê li ser platforma X’ê ji welatî û niştecihan xwest ku "aram bimînin, ber bi cihên ewle yên herî nêzîk ve biçin û ji bo parastina ewlehîya giştî, bi rêya kenalên fermî nûçeyan bişopînin.” Ev hişyarî tê di demekê de ku nakokîyên di navbera Amerîka û Îranê de li herêmê gur dibin. Îranê bi mûşekan êrîşî bingeha leşkerî ya Amerîka li Urdunê kiribû, û Amerîka bi pêleke êrîşan bersiva Îranê da. Serokê Amerîka Donald Trump îro hişyarî da û got: "Eger Îran a têkçûyî bersiva vê êrîşa me ya mafdar bide, emê hîn tundtir û di asteke bilindtir de li wan bixin.

Download metadata bundle
1 Sep 2026, 23:27 GMT

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres îro Sêşemê xemên xwe li dor nakokîyên li Rojhilata Navîn der birîn û got ku wan bandorên dermdirêj kirine. Guterres li ser platforma X’ê anî ziman ku “Peyman û agirbest bi berdewamî têne binpêkirin, û êrîş berdewam dikin.” Wî got, “Ez banga aramîya herî zêde û rêzgirtina li peyman û qanûnên navneteweyî dikim.” “Ji her demê bêhtir, me pêwîstî bi danûstandinan heye ji bo aştîyeke dadmend û mayînde li gorî qanûnên navneteweyî, di nav de jî Peymana Neteweyên Yekbûyî û biryarên têkildar ên wê,” Guterres got. Axaftina Guterres tê di demekê de ku Îran êrîşî keştîyên bazirganî yên li Tengava Hormuzê dike û welatên herêmê dike armanc. Amerîka jî, wekî bersivdan, êrîşî armancên leşkerî yên wî welatî dike.

Download metadata bundle
1 Sep 2026, 23:02 GMT

Fermandarîya Navendî ya Amerîka(CENTCOM) îro Sêşemê ragihand ku wê pêla êrîşan a dijî armancên Îranê bi awayekî serkeftî temam kir. CENTCOM’ê di daxuyanîyekê de li ser platforma X’ê got,” Hêzên Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê di 1’ê Îlonê de bi serkeftî pêlek êrîşan li dijî armancên leşkerî yên Îranê temam kir.” Wê got, “Hêzên Amerîkayê li armancên Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) xistin, di nav de jî cihên parastina esmanî, sîstemên radarê, bingehên deryayî, şîyanên danîna mayînan û cihên ragihandinê.” “Ev êrîş piştî êrîşên dawî yên IRGC’yê li dijî keştîyên bazirganî li Tengava Hormuz û li dijî endamên xizmeta Amerîkî tên,” CENTCOM’ê got. Hêzên Amerîkî anî ziman ku “Zêdetirî 50,000 endamên xizmeta Amerîkî niha li seranserê Rojhilata Navîn dixebitin û hişyar û amade ne ku operasyonên ku ji hêla Fermandarê Giştî ve têne rêvebirin, bidomînin.”

Download metadata bundle
1 Sep 2026, 18:03 GMT

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê ragihand ku hêzên Amerîkayê niha êrîşî armancên Îranê yên li nêzîkî Tengava Hormuzê dikin. Serok Trump li ser platforma Truth Social diyar kir ku ev êrîşên wan “mezin û bi hêz in.” Wî got ku ev wek bersivek e ji bo hewldanên Îranê yên ji bo danîna mayînên deryayê li Tengava Hormuzê, ku niha “ti mayîn tê de nînin, ji ber ku hemû hatine rakirin an teqandin.” Serokê Amerîkayê herwiha eşkere kir ku Îranê 8 mûşek avêtine ser bingeha wan a leşkerî ya li Urdunê, lê hemû mûşek li hewayê hatine pûçkirin. Trump hişyarî da û got: "Eger Îran a têkçûyî bersiva vê êrîşa me ya mafdar bide, emê hîn tundtir û di asteke bilindtir de li wan bixin. Lê ewê dîsan nebe êrîşa me ya herî mezin. Êrîşa me ya herî mezin li benda fermanê ye û dema ew çê bibe, ji Komara Îslamî ya Îranê rtiştek gelek kêm dimîne!"

Download metadata bundle
1 Sep 2026, 17:01 GMT

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku îro Sêşemê demjimêr 12:00’ê nîvro bi dema Rojhilatê Amerîkayê(ET), hêzên wan dest bi lêdana armancên Supaya Pasdarên Îranê kirine. CENTCOM’ê li ser platforma X’ê eşkere kir ku ev êrîş piştî wan hewldanên Pasdarên Îranê hatin, yên ku vê dawîyê li Tengava Hormuzê êrîşî keştîyên bazirganî û li herêmê jî êrîşî leşkerên Amerîkayê kiribûn. Serokê Amerîkayê Donald Trump doh roja Duşemê got ku piştî êrîşên Îranê yên li ser hêzên Amerîkayê, bersiva wan dê tund be. Serok Trump herwiha dîsa hişyarî da rêberên Îranê û diyar kir ku ewê destûrê nedin ku Îran ziyanê bide berjewendîyên Amerîkayê.

Download metadata bundle
1 Sep 2026, 15:01 GMT

Kompaniyayên Amerîkî dê zeviyên Petrolê yên ku di dest Çîn û Rûsyayê de bûn li Venezuelayê dixe dest xwe û dê birêve bibin. Li gorî Reuters û du berpirsên Amerîkî, 'North American Blue Energy Partners' dê kontrola zeviyên petrolê yên Venezuelayê bistîne ku berê ji hêla pênc kompaniyên Çînî û yek kompaniya Rûsî ve dihatin xebitandin. Ev gav beşek ji peymaneke berfireh a enerjiyê ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Venezuelayê re ragihandî ye. Di çarçoveya 14 peymanan de, kompaniyên Amerîkî dê roleke mezin di sektora petrolê ya Venezuelayê de bistînin û bandora Çîn û Rûsyayê kêm bikin. Trump got ku Amerîka bi sektora taybet dikare bigihîje nêzîkî 64 mîlyar bermîl rezervyên petrolê yên Venezuelayê. Kompaniyên Amerîkî gotin ku kontrola karkirinê di zevîyên petrolê de di dest wan de ye, û hikûmeta Amerîkayê jî pişka wê dê 35% be ê mafê îmtiyazê yê dest gehiştina 20% yê berhemanîna kompaniyê. Koşka Spî amaje bi wê yekê da ku Komaniyê mafek pêşwext daye ku Wezareta Derve dikare 80% ji berhemê mayî ya hilberîna petrola Venezuelayê bikire. Amerîkayê dîsan dê mafê veto'yê li ser kargêrî û rêveberîya kompaniyê hebe. Hêjayî gotinê ye ku North American Blue Energy Partners (NABEP), şîrketeke taybet a lêgerîn û hilberîna petrolê ye ku xwediyê wê karsazê Venezuelayî Alejandro Betancourt López e.

Download metadata bundle
1 Sep 2026, 13:59 GMT

Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz di hesaba xwe ya platforma X'ê de dibêje ku xema rejîma Îranê tenê pere ye da ku rejîma xwe biparêze. Waltz di hevpeyvînekê de ku bi Fox News re encam daye dibêje, "Rejîma Îranê ne bi gelê xwe re eleqedar e, lê ew tenê bi pereyan eleqedar e da ku kontrola rejîma xwe biparêze." Waltz her wiha dibêje ji ber wê yekê Serok Trump pereyên rejîma Îranê hedef digire. Waltz her wiha bang li cîhanê kir ku dev ji paşguhkirina rejîma Îranê berde û bang li welatan kir ku rola xwe di sepandina cezayên darayî de bilîzin. Wî her wiha bang li wan welatan kir ku "girêdanên aborî yên ku jiyana rejîmê pê ve girêdayî ye qut bikin."

Download metadata bundle
1 Sep 2026, 12:29 GMT

Du tankerên mezin ên neftê ku nefta Erebistana Siûdî hildigirtbûn, di navbera çend deqeyan de dema ku ji Tengava Hormuzê derbas dibûn, li nêzî Xesab'ê li Omanê rastî êrîşê hatine. Kompanîya ewlekarîya deryayî "Marsec" got ku tankera Sidr, ku ala Erebistana Siûdî hildabû, li dora 16,6 mîlên deryayî li bakurê rojhilatê Xesab'ê rastî êrîşê hat. Çend xulekan piştî wê, tankera Senegal Prosperity, ku ala Lîberyayê hildabû, bi sê roketan li dora 17 mîlên deryayî li rojhilatê Xesab hat armancgirtin. Li gor ajansa Reuters, tîma keştîyê her hemû ewle ne û ti ziyanên mirovî çênebûn. Li gor datayên Kpler, ku bazirganîya deryayî di nav de petrola xav dişopîne got ku her du tanker hefteya borî ji benderê Ju'aymah ê Erebistana Siûdî ku 2 milyon bermîl nefta xav hilgirtbûn. Aramco ya Siûdî, di Tebaxê de, piştî rawestandina çend hefteyan, barkirina neftê ji deverên hundirê Tengava Hormuzê ji nû ve destpê kiribû. Tengava Hormuzê, ku berî girjîyan nêzîkî pênc yeka peydakirina nefta cîhanê ji wir derbas dibû, niha bi kêmbûna trafîka keştîyan re rû bi rû ye û krîza sotemenîyê li seranserî cîhanê zêde dike. Roja Duşemê tenê pênc keştî ji tengavê derbas bûn, ku di 10 rojên borî de her rojê nêzîkî 14 keştîyan derbas dibûn. Bûyerên nû metirsîya li ser veguhastina enerjîyê ji Kendava Farsê zêde kirine. Bihayê neftê jî roja Sêşemê bilind bû, di demekê de ku tengezorîyên di navbera Îran û Amerîkayê de dîsa zêde bûne. Heta niha ne Marsec û ne jî alîkarên din ên deryayî eşkere nekirîye ku kî li pişt êrîşan e.

Download metadata bundle
1 Sep 2026, 12:22 GMT

Serokê Amerîkayê Donald Trump bersive pirseke rojnamevanekî da. Dema jê pirsî ka gelo ewê çekê navokî li dijî Îranê bi kar bîne yan na, wî got: "Îran têkçûye, loma hewcedarî bikaranîna çekê navokî nîne." Serok Trump doh êvarê roja Duşemê li Koşka Spî di berdewamîya bersiva xwe de got, "Çima divê mirov çekê navokî li dijî welatekî ku binketîye bi kar bîne? Ev ne pirsek jîrane ye." Wî dîsa behsa Îranê kir wek welatekî binketî ku hêza wê ya deryayî û esmanî wêran bûye û pereyê wê bêqîmet bûye. Lê dîsa jî îhtîmala lêdanên zêdetir heye. Derbarê Tengava Hormuzê wî got ku her tişt di bin kontrola hêzên deryayî yên Amerîkayê de ye û rewşa wê herêmê baş e. Niha hejmara hatin û çûna keştîyan di şevan de derketîye 30 keştîyan. Di dawîya axaftina xwe de jî wî eşkere kir ku ev hemû kar ji bo wê yekê ne ku Îran ti carî negihîje çekê navokî.

Download metadata bundle
31 Aug 2026, 21:27 GMT

Wezareta Cengê ya Amerîkayê 'Pentagon'ê roja Duşemê, ragihand ku wê bi du kompanyayên Amerîkî re, General Dynamics û Lockheed Martin, peymanên heft salan îmze kirine, da ku hilberîna mûşekan zêde bikin. Li gor Ajansa Reuters Pentagon got ku armanca van peymanan "zêdekirina qebareya hilberînê û lezandina bernameyên radestkirinê ji bo pêkhateyên girîng ên ku piştgiriyê didin bernameya parastina mûşekên ji cûrê THAAD û bernameya mûşekên pêşketî yên Patriot (PAC-3 MSE) ye." Cîgirê Wezîrê Ceng ê ji bo Kirînê Michael P. Duffey di daxuyaniyekê de got, "General Dynamics û Lockheed Martin bersiva vê bangê dane. Em burokrasiyê kêm dikin, demê kurt dikin, û şîyanên xwe yên hilberîna navxweyî bi lez û bez mezin dikin da ku şiyanên berevanîya esmanî û mûşekên pêşkeftî peyda bikin." Kompanîya Lockheed Martin diyar dike ku sîstema THAADê dikare li dijî mûşekên balîstîk ên kin, navîn û dûravêj berevanîyê bike, di heman demê de sîstema Patriotê jî dikare li dijî mûşekên Kruz û balafiran were bikaranîn. Ji alîyê xwe ve jî General Dynamics Ordnance and Tactical Systems di daxuyaniyekê de ragihand ku ev peyman beşek e ji "hewldanên Wezareta Ceng ên ji bo zêdekirina bilez a şîyanên hilberînê ji bo sîstemên parastina esmanî û mûşekî yên krîtîk."

Download metadata bundle
31 Aug 2026, 19:32 GMT

Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott Bessent roja Duşemê got ku armanca sizayên Amerîkayê yên li ser Îranê "afirandina şert û mercan e ku Îran amade be ku were ser maseya danûstandinan." Di hevpeyvînekê de bi kanala CNBC re, Bessent tekez kir ku plana Amerîkayê ya ji bo xendiqandina aboriya Îranê ye, bi rêya sizayên aborî, û plan dikare ser bikeve eger Çîn (ku hevkara herî mezin a bazirganiyê û kirîna petrola ranê ye) piştgiriyê bide wê an jî nede wê. Bessent her wiha got ku Amerîka û Çîn li ser gelek tiştan li hev dikin lê li ser Îranê nakok in. Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê di civîna wezîrên darayî yên koma G20 û rêveberên bankayên navendî de li wîlayeta North Carolina ji rojnamevanan re got ku Îran sizayên Amerîkayê pir cidî digire û niha bi tundî bersiv dide ji ber ku ew zirarên aborî dikişîne. "Ez bawer dikim ew bi tundî bersiv didin ji ber ku ew ji hêla aborî ve rastî ziyanê hatine," Bessent got.

Download metadata bundle
31 Aug 2026, 16:06 GMT

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Duşemê di posteke xwe ya li ser Truth Social de got, "Îran bi fermî niştîmanek hilweşiyayî û têkçûyî ye. Trump nivîsand ku "Îran bi fermî welatekî têkçûyî ye. EW MIRÎ YE! Wan ne hêza deryayî heye, ne hêza esmanî heye, ne pereyekî wan heye, ew nikarin heta mûçeyê polîsên xwe jî bidin û rêjeya enflasyonê ya welêt ji sedî 300 e. Rêberên wan êdî nikarin welatê xwe birêve bibin." Derbarê tundûtûjiyên Îranê yên li dijî welatiyan, Trump got, ku Îranê zêdetirî sed hezar welatiyên xwe kuştine û divê ji wan tawanên berdewam ên ku pêk tînin bêzar bibin. Hêjayî gotinê ye ku ev gotinên Serokê Amerîkayê piştî aloziyên roja Yekşemê tên, ku tê de hêzên amerîkî çend bargehên mûşekavêj ên Îranê armanc girtin û di beramber de Îranê bi mûşekan êrîşî welatê Urdinê kir.

Download metadata bundle
31 Aug 2026, 16:00 GMT

Misirê, îro Duşemê, bi tundî dubarekirina êrîşên Îranê li ser Îmaratên Erebî yên Yekbûyî û Urdunê, şermezar kir. Qahîrê nîgeraniya xwe diyar kir derbarê metirsîyên berdewamiya van êrîşan yên weke hovane bi nav kirin. Di daxuyaniyeke fermî de ku ji aliyê Wezareta Derve hatiyr weşandin, dide zaîn ku Misirê piştevaniya xwe ya tam û xurt ji bo Îmaratê û Urdinê dubare kir. Qahîrê tekezî li ser pêwîstiya herî mezin a rêzgirtina serweriya dewletan û parastina axa wan kir. Her wiha tekezî li ser parastina ewlehî deryayî û misogerkirina azadiya tevgera keştiyan li korîdor û tengavên avî yên giring kir. Hikûmeta Misirê her wiha hişyar da ji encamên giran û metirsîdar ên berdewamiya aloziyên meydanî û leşkerî li ser sîstema ewlehî û aramiya herêmî û cîhanê. Misirê tekezî li ser girîngiya rawestandina lezgîn a hemû êrîşan kir û daxwaza kêmkirina asta alozî û girjiyên heyî kir. Dîsan banga lezgîn li aliyên peywendîdar kir ku vegerin ser maseya danûstandinan.

Download metadata bundle
31 Aug 2026, 15:15 GMT

Serokê Amerîkayê Donald Trump, roja Duşemê, piştî êrîşa Îranê li ser hêzên Amerîkî li Urdunê, gef xwar û got ku Amerîka dê êrîşeke tund û bi hêzeke mezin li Îranê bixe. Trump ji Trey Yingst, Peyamnêrê Fox News re got," Amerîka dê bersiva êrîşa Îranê ya ku duh bi şev li ser hêzên Amerîkî li Urdunê pêk anî, bidin. Em ê bi hêzeke mezin li wan bixin." Wî herwiha got Parastina esmanî ya Amerîkayê hemû mûşekên Îranî asteng kirin, ji bilî mûşekekê ku hiştin derbas bibe, ji ber ku wan dizanî ew dê li cihekî girîng nekevin." Trump diyar kir ku Îranî dixwazin danûstandinan bikin, lê ew bi gomane bawerî bi Tehran re tune ye û got, "min hîn biryar nedaye ku bi wan re bicivim." Di daxuyaniyeke din de li gel Fox News Trump pesnê serkeftina dorpêçkirina benderên Îranê da, herwiha pesnê fişarên darayî yên ku Washington li ser Tehranê sepandine da. Ew bawer dike ku tedbîran aborî yên li dijî Îranê hatine standin, bûne sedema paşveçûna wê rejîmê, û wî Îran wekî welatek ku bûye dewleteke têkçûyî binav kir. Trump di bernameya "Sunday Night in America" de diyar kir ku berpirsiyarên Îranî "mirovên pir tund û pir xerab in", û bi giranî rawestiya li ser metirsiyên hebûna şîyanên navokî li cem wan. Wî zêde kir, "heke wan çekên navokî hebûna, ew ê wan bi kar anîbûna."

Download metadata bundle
31 Aug 2026, 14:31 GMT

Wezareta Berevanîyê ya Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, roja Duşemê ragehand ku hêzên wan ên esmnanî serederî ligel dronekê kirîye li ser avên herêmî yên welêt ku ji Îranê hatibû, lê hûrgiliyên din derbarê êrîşa dronî nedan. Wezaretê di daxuyaniyekê de tekez kir ku " hêzên çekdar bi tevahî amade ne ku bersiva her gefekê bibin, û sîstemên berevanîya esmanî jî, mîsyonên xwe yên çavdêrîkirin û şopandina qada esmanî 24 demjimêran didomînin." Piştre, Wezareta Karên Derve ya Îmaratan êrîşa drona Îranê weke êrîşa herî nû û bi "êrîşkar" bi nav kir û got ku " Îmartên Erebî mafê xwe yê tevahî û rewa diparêze ku bersiva van êrîşan bide" û bang kir ku divê ev êrîş derhal werin rawestandin. Wezareta Derve êriş bi tundî şermezar kir, û diyar kir ku ew aloziyeke metirsîdare ku binpêkirineke eşkere ya serwerî, ewlehî û aramiya dewletê ye, û gefeke rasterast e li ser ewlehiya welatî û niştecihan.

Download metadata bundle