Serokê Amerîkayê Donald Trump
Select a language and narrator voice before playback.
Serokê Amerîkayê Donald Trump
Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott Bessent îro Çarşemê ragihand ku dibe ku kompanîyên firokan, sektora deryayî û pereyên dîjîtal bibin armancên nû yên cezayên Amerîkayê. Wezîr Bessent di hevpeyvînekê de ligel kanala Fox News, piştî civîna G20 a vê hefteyê ya li Karolînaya Bakur, li ser piştgirîya Rûsyayê ya ji bo Îranê hat pirsîn û hişyarî da hemû kesî ku piştgirîya rejîma Îranê nekin. Bessent ji Fox News re got "Peyama min ji bo hemû kesî ev e: Xwe jê dûr bixin. Em hemû dixwazin ev şer bidawî bibe, û herî lez rêya qedandina vê alozîyê ew e ku ti kes ti piştgirîyê nede vê rejîmê." Ev hişyarîya Bessent rojek piştî wê yekê hat ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştgirîya xwe ya ji bo Îranê ragihand.
Wezareta Derve ya Pakistanê- Îslamabad
Wezîrê Enerjîya Amerîkayê Chris Wright ragihand ku ew gihîştîye Venezuelayê. Wright doh êvara Sêşemê li ser platforma X’ê got ku peywendîyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên bi Venezuelayê re di warê enerjîyê de encamên baş dide. Wî tekez kir ku ev peywendî rê li ber peymanên nû yên enerjîyê vedike, derîyan ji bo kompanîyên neft û gaza Amerîkî vedike û ewlekarîya enerjîyê li herêmê xurttir dike. Wezîr Wright herwiha ragihand ku armanca sereke zêdekirina hilberîna nefta Venezuelayê ye di salên pêş de û eşkere kir ku Amerîka plan dike 30 heta 50 mîlyon bermîl nefta ku hatîye cezakirin bifroşe bazaran da ku bihayê neftê li cîhanê û li Amerîkayê daxîne.
Arşîv: Endamên IDF li Bakurê Xezayê
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres
Fermandarîya Navendî ya Amerîka(CENTCOM) îro Sêşemê ragihand ku wê pêla êrîşan a dijî armancên Îranê bi awayekî serkeftî temam kir. CENTCOM’ê di daxuyanîyekê de li ser platforma X’ê got,” Hêzên Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê di 1’ê Îlonê de bi serkeftî pêlek êrîşan li dijî armancên leşkerî yên Îranê temam kir.” Wê got, “Hêzên Amerîkayê li armancên Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) xistin, di nav de jî cihên parastina esmanî, sîstemên radarê, bingehên deryayî, şîyanên danîna mayînan û cihên ragihandinê.” “Ev êrîş piştî êrîşên dawî yên IRGC’yê li dijî keştîyên bazirganî li Tengava Hormuz û li dijî endamên xizmeta Amerîkî tên,” CENTCOM’ê got. Hêzên Amerîkî anî ziman ku “Zêdetirî 50,000 endamên xizmeta Amerîkî niha li seranserê Rojhilata Navîn dixebitin û hişyar û amade ne ku operasyonên ku ji hêla Fermandarê Giştî ve têne rêvebirin, bidomînin.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê ragihand ku hêzên Amerîkayê niha êrîşî armancên Îranê yên li nêzîkî Tengava Hormuzê dikin. Serok Trump li ser platforma Truth Social diyar kir ku ev êrîşên wan “mezin û bi hêz in.” Wî got ku ev wek bersivek e ji bo hewldanên Îranê yên ji bo danîna mayînên deryayê li Tengava Hormuzê, ku niha “ti mayîn tê de nînin, ji ber ku hemû hatine rakirin an teqandin.” Serokê Amerîkayê herwiha eşkere kir ku Îranê 8 mûşek avêtine ser bingeha wan a leşkerî ya li Urdunê, lê hemû mûşek li hewayê hatine pûçkirin. Trump hişyarî da û got: "Eger Îran a têkçûyî bersiva vê êrîşa me ya mafdar bide, emê hîn tundtir û di asteke bilindtir de li wan bixin. Lê ewê dîsan nebe êrîşa me ya herî mezin. Êrîşa me ya herî mezin li benda fermanê ye û dema ew çê bibe, ji Komara Îslamî ya Îranê rtiştek gelek kêm dimîne!"
CENTCOM êrîşên dike ser armancên Îranê
Mike Waltz Balyozê Amerîkayê li Netewên yekbûyî (UN)
Bendera Fujeyrah li nêzîk Tengava Hormuzê
Serokê Amerîkayê Donald Trump bersive pirseke rojnamevanekî da. Dema jê pirsî ka gelo ewê çekê navokî li dijî Îranê bi kar bîne yan na, wî got: "Îran têkçûye, loma hewcedarî bikaranîna çekê navokî nîne." Serok Trump doh êvarê roja Duşemê li Koşka Spî di berdewamîya bersiva xwe de got, "Çima divê mirov çekê navokî li dijî welatekî ku binketîye bi kar bîne? Ev ne pirsek jîrane ye." Wî dîsa behsa Îranê kir wek welatekî binketî ku hêza wê ya deryayî û esmanî wêran bûye û pereyê wê bêqîmet bûye. Lê dîsa jî îhtîmala lêdanên zêdetir heye. Derbarê Tengava Hormuzê wî got ku her tişt di bin kontrola hêzên deryayî yên Amerîkayê de ye û rewşa wê herêmê baş e. Niha hejmara hatin û çûna keştîyan di şevan de derketîye 30 keştîyan. Di dawîya axaftina xwe de jî wî eşkere kir ku ev hemû kar ji bo wê yekê ne ku Îran ti carî negihîje çekê navokî.
Wezareta Cengê ya Amerîkayê 'Pentagon'ê roja Duşemê, ragihand ku wê bi du kompanyayên Amerîkî re, General Dynamics û Lockheed Martin, peymanên heft salan îmze kirine, da ku hilberîna mûşekan zêde bikin. Li gor Ajansa Reuters Pentagon got ku armanca van peymanan "zêdekirina qebareya hilberînê û lezandina bernameyên radestkirinê ji bo pêkhateyên girîng ên ku piştgiriyê didin bernameya parastina mûşekên ji cûrê THAAD û bernameya mûşekên pêşketî yên Patriot (PAC-3 MSE) ye." Cîgirê Wezîrê Ceng ê ji bo Kirînê Michael P. Duffey di daxuyaniyekê de got, "General Dynamics û Lockheed Martin bersiva vê bangê dane. Em burokrasiyê kêm dikin, demê kurt dikin, û şîyanên xwe yên hilberîna navxweyî bi lez û bez mezin dikin da ku şiyanên berevanîya esmanî û mûşekên pêşkeftî peyda bikin." Kompanîya Lockheed Martin diyar dike ku sîstema THAADê dikare li dijî mûşekên balîstîk ên kin, navîn û dûravêj berevanîyê bike, di heman demê de sîstema Patriotê jî dikare li dijî mûşekên Kruz û balafiran were bikaranîn. Ji alîyê xwe ve jî General Dynamics Ordnance and Tactical Systems di daxuyaniyekê de ragihand ku ev peyman beşek e ji "hewldanên Wezareta Ceng ên ji bo zêdekirina bilez a şîyanên hilberînê ji bo sîstemên parastina esmanî û mûşekî yên krîtîk."
Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott Bessent roja Duşemê got ku armanca sizayên Amerîkayê yên li ser Îranê "afirandina şert û mercan e ku Îran amade be ku were ser maseya danûstandinan." Di hevpeyvînekê de bi kanala CNBC re, Bessent tekez kir ku plana Amerîkayê ya ji bo xendiqandina aboriya Îranê ye, bi rêya sizayên aborî, û plan dikare ser bikeve eger Çîn (ku hevkara herî mezin a bazirganiyê û kirîna petrola ranê ye) piştgiriyê bide wê an jî nede wê. Bessent her wiha got ku Amerîka û Çîn li ser gelek tiştan li hev dikin lê li ser Îranê nakok in. Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê di civîna wezîrên darayî yên koma G20 û rêveberên bankayên navendî de li wîlayeta North Carolina ji rojnamevanan re got ku Îran sizayên Amerîkayê pir cidî digire û niha bi tundî bersiv dide ji ber ku ew zirarên aborî dikişîne. "Ez bawer dikim ew bi tundî bersiv didin ji ber ku ew ji hêla aborî ve rastî ziyanê hatine," Bessent got.
Egypt - Flag - Flags - Mideast Israel Palestinians
Serokê Amerîkayê Donald Trump, roja Duşemê, piştî êrîşa Îranê li ser hêzên Amerîkî li Urdunê, gef xwar û got ku Amerîka dê êrîşeke tund û bi hêzeke mezin li Îranê bixe. Trump ji Trey Yingst, Peyamnêrê Fox News re got," Amerîka dê bersiva êrîşa Îranê ya ku duh bi şev li ser hêzên Amerîkî li Urdunê pêk anî, bidin. Em ê bi hêzeke mezin li wan bixin." Wî herwiha got Parastina esmanî ya Amerîkayê hemû mûşekên Îranî asteng kirin, ji bilî mûşekekê ku hiştin derbas bibe, ji ber ku wan dizanî ew dê li cihekî girîng nekevin." Trump diyar kir ku Îranî dixwazin danûstandinan bikin, lê ew bi gomane bawerî bi Tehran re tune ye û got, "min hîn biryar nedaye ku bi wan re bicivim." Di daxuyaniyeke din de li gel Fox News Trump pesnê serkeftina dorpêçkirina benderên Îranê da, herwiha pesnê fişarên darayî yên ku Washington li ser Tehranê sepandine da. Ew bawer dike ku tedbîran aborî yên li dijî Îranê hatine standin, bûne sedema paşveçûna wê rejîmê, û wî Îran wekî welatek ku bûye dewleteke têkçûyî binav kir. Trump di bernameya "Sunday Night in America" de diyar kir ku berpirsiyarên Îranî "mirovên pir tund û pir xerab in", û bi giranî rawestiya li ser metirsiyên hebûna şîyanên navokî li cem wan. Wî zêde kir, "heke wan çekên navokî hebûna, ew ê wan bi kar anîbûna."
Wezareta Berevanîyê ya Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, roja Duşemê ragehand ku hêzên wan ên esmnanî serederî ligel dronekê kirîye li ser avên herêmî yên welêt ku ji Îranê hatibû, lê hûrgiliyên din derbarê êrîşa dronî nedan. Wezaretê di daxuyaniyekê de tekez kir ku " hêzên çekdar bi tevahî amade ne ku bersiva her gefekê bibin, û sîstemên berevanîya esmanî jî, mîsyonên xwe yên çavdêrîkirin û şopandina qada esmanî 24 demjimêran didomînin." Piştre, Wezareta Karên Derve ya Îmaratan êrîşa drona Îranê weke êrîşa herî nû û bi "êrîşkar" bi nav kir û got ku " Îmartên Erebî mafê xwe yê tevahî û rewa diparêze ku bersiva van êrîşan bide" û bang kir ku divê ev êrîş derhal werin rawestandin. Wezareta Derve êriş bi tundî şermezar kir, û diyar kir ku ew aloziyeke metirsîdare ku binpêkirineke eşkere ya serwerî, ewlehî û aramiya dewletê ye, û gefeke rasterast e li ser ewlehiya welatî û niştecihan.